Jîla Huseynî: Hêza vegotinê

Jîla, jiyan û bûyerên der dorên xwe kiriye mijarên helbestên xwe. Ew pirsgirêkên civakê radixe ber çavan. Derûniya civak û jinê, bi hîsên kûr dide der. Bi taybet berxwedana jinê tîne ziman.

Li her derê cîhanê, jiyan û berxwedana jinan bêguman zehmet e. Hin nivîskarên jin, bi rêzikên xwe bûne dengê jinan. Yek ji van jinan, helbestvana Kurd Jîla Huseynî ye.

Jîla Huseynî, di sala 1964’an de, li bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê jidayik bûye. Keça dadger û zana Mehran Huseynî ye ku, xwediyê pirtûkxaneyeke dewlemend bû. Her wiha bapîrê bavê wê Şêx Evdilqadir, helbestvan û dengbêj bû. Malbata wê, bi wêjeyê re eleqeder bûn.

Jîla di bin siya bavê xwe de bingeha wêjeyê danî

Jêhatîbûna Jîlayê di dibistanê de jî, berbiçav bû. Ew di demeke kin de bala mamosteyê xwe yê wêjeyê kişand.

Jîla, di temenê xwe yê 15 salî de, dest bi helbestnivîsînê dike. Ew her wiha endam û damezînera ‘Encûmena Wêjeyî ya Mewlewî Kurdî’ li bajarê Sine bû.

Wê tevahî emrê xwe, bi xwendina pirtûkan, nivîs û lêkolînê ve derbas kir. Di temenê xwe yê kin de, ji bo wêje ya Kurdî xebatên xurt û bi bandor li pey xwe hîşt.

Helbestvan Şêrko Bêkes, ji bo Jîlayê wiha dibêje: “Helbest evîn bû û ew jî evîndar bû.”

Helbestvana Kurd, ligel şert û mercên civakê yên zagonên hişk, di helbestên xwe de rih û rastiya jiyana jinê, bi awayekî vekirî destnîşan dike.

Jîla di helbestên xwe de cih dide mijarên wek jin, şîret, evîn, lava…

Ji wê dema ku te keçek nazdar
kir bûka ber mala xwe
dexîla te me
agahdarî wê be
tu bîna tiliyên min neke
li ser guldan
û taq û pencerên xwe
Eger ji te re got:
“Bîhna gulek weriyayî
tê difna min”
Bêje:
“Giyanê min
bawer bike ji bilî te
tu gul tune li vê cîhanê.”
Tu neke û navê min hilde û bextewariyê
li oda xwe tengezar bike!
Eger bû û te jinek dît
bejna wê bi xewê xemilandî be
çavên wê kiz û xembar bin
lêvên wê ziwa û qelişî bin
û te ez pê şibandibim
neveciniqe
nebêje wêneyê vê hejarê
di albûma raburiya min de

 

Jîla di helbestên xwe de êşa evînê jî zehf xurt diherikîne ser risteyan.

Çav li çavêt naterikînim
Nîgam çolekey tersawî bî laneye
Her bi tenya
Le naydaristanî çerî nîgaye tu da
Aram egirî
Seyrem bike
Çav li çavim metrowkîne heta ku şev
Çûn ku çav im
Çend mandobî
Çend bîzar û dilşikaw û sedpare bî
Her şev dabî
Çîrokeyek tazey pîyew
Melikanî daristanî nîgat
Biaramî ekate xew

Jîla di destpêkê de helbestên xwe bi zimanê Farsî dinivîsîne lê paşê her bi zimanê Kurdî dinivîsîne.

Jîla, jiyan û bûyerên der dorên xwe kiriye mijarên helbestên xwe. Ew pirsgirêkên civakê radixe ber çavan. Derûniya civak û jinê, bi hîsên kûr dide der. Bi taybet berxwedana jinê tîne ziman. Meriv di şexsê wê de hêstên nazik, dilşikestî û hesas ên jinê di risteyên wê de hîs dike.

Di sala 1996'an de ji bo ku helbestvanê kurd Şêrko Bêkes bibînin, dema ber bi Tehranê ve diçin Jîla û keça xwe ya dehmehî Jîna, di rûdaneke qezaya trafîkê de canê xwe ji dest didin. Ew kurekî bi navê Ramîn û keçeke bi navê Bihar Zohre li pişt xwe dihêle.

Berhemên Jîla Huseynî

  • Geşey Evîn (helbest 1995)
  • Qelay Raz (helbest 1998)
  • Berhevokek helbestên zarokan nehatiye çapkirin.

Öne çıkan haberler!