Nivîskar Mehmet Şîrîn Bulga: Nivîsandin dermanê herî bi bandor a cebirandina birîna ne

“Welatê me bi eslê xwe welatê evînê ye. Lê mixabin xêrnexwazan ev welatê rengîn kirine warê êş û elem û şîn û mirinan. Lê ez baş pê dizanim û pê bawer im, kok li ku be cewher jî li vir e. Wê cewherê evînê li ser koka xwe, xwe ji nû ve biafirîne.”

Vedat Yeler

Rojname Swêd - Nivîskar û mamoste Mehmet Şîrîn Bulga di sala 1998’an de ji ber xebatên sendîkaya Eğitim-Sen ê, bi raya rewşa neasayî hatiye sirgûnkirinê Derya Reş (Artvin/Arhavi) û piştre ji ber bêewlehiyê mecbûr maye ku ji karê xwe îstifa bike. Her wiha, di sala 2005’an de bi biryara Dadgeha Mafên Mîrovan ji nû ve vegeriyaye ser karê xwe.  Lê nivîskar û mamosteyê kurd di sala 2016’an de vê carê jî ji karê xwe tê îxrackirin û vê yekê jî wiha tîne ziman: “Ji ber ku min bi biryara navendî a sendiqaya xwe piştevanî da çalakiya bi navê “ Em Li Hember Şer Aşitiyê- Li hember Mirinê Jiyanê Diparêzên” û ji ber vê çalakîkirinê di 29’ê Kewçêra 2016’an de bi daraza qerarnameya hejmara 675’an ji kar hatim avêtin.”

Em bi Mehmet Şîrîn Bulga yê ku niha rêveberê navendî ê Eğitim-Senê ye re li ser çîroka nivîskariya wî,  pirtûka wî ya Gula Mîrza, îxrackirin û gelek mijaran axivîn.

Çîroka wî a bi navê “Gula Mîrza” 9. Pêşbaziya çîrokan a ŞERZAN KURT de bû xwediyê xelatê.

Mamoste Mehmet çawa dest bi nivîsandina nivîsan û nivîskariyê kir? A ku te roj bi roj nêzê nivîsandine kir û xist rêwîyê vê rêyê çi bû? Tu dikarî li ser vê yeke hinek behsa vê çîroka xwe bikî?

Bi rastî çîroka min û nivîsandinê dirêj e. Lê heya ku ji destê min bê ez ê kurt vebirim. Sala 1985’an ez hêj 16 salî bûm. Ji bo domandina perwerdeyê ez mecbûr mam ku ji dayik û bavê xwe veqetim. Ev veqetandin bu sedemê dûr ketina ji çand û ziman û civaka xwe. Tiştê ku min ji zarokatiya xwe heya wê gavê berhev kiribûn, bi veqetînê û pê de roj bi roj heliyan. Sala 1990’an de ez li Enqerê şagirtê zanîngehê bûm. Ji ber giranbûna nexweşiya dayika xwe (Penceşêr) ez ji Enqerê çûm bajarê Sêrtê serdana dayika xwe. Di dema serdana li nexweşhaneyê de min xwest bi dayika xwe re biaxivim. Lê mixabin êdî Kurdiya min ne Kurdî bû û dayika min jî bi zimanê Tirkî nizaniya. Dayika min bi wan nihêrînên xwe yên melûl ji min re digot “Lawê min! Vayê ez bi zimanê Tirkî nizanim, lê waye tu jî zimanê dayika xwe nizanî. Emê çawa li hev bikin?” Ev yek ji min re bû kul. Ew roj min bi xefî sozek da û min got “Dayika min a delal! Ez soz didim heya ku bi zelalî bi zimanê Kurdî biaxifim, ne tenê axaftin heya ku binivîsim, ew jî ne bes e heya ku bi vî zimanî helbestan birêsim, rawestan ji min re heram e.” Mixabin li wan salan ne pirtûk û kovarên Kurdî, ne kursên ziman ne jî rojnameyên bi Kurdî hebûn. Tenê ferhengek hebû û min bi wê ferhengê dest pê kir. Dema pîrtûka min a helbestên bi Kurdî hat çapkirin, min yek girt destê xwe û çûm li ser gora dayika xwe. Min rexnedariya xwe pêşkêşê wê kir. Piştî wê pirtûkê çend pirtûkên min ê din jî hatin çapkirin.  Hwd. ji min xwest ku êş û elemên xwe û ên welatê xwe bi zimanê xwe qise bikim. Hindik jî be ev yek sivik kirina jana birînan e. Ez baş dizanim ku hîna di mijara ziman de gelek kêmas im. Lê ezê heya henaseya xwe ya dawî têbikoşim…

A rastî, berê amadekirina vê hevpeyvînê dema ku min li naveroka pirtûkên te û jiyana te nihêrî; têkiliyek xurt li ber çavên min hat xuyayê. Bi awayek din ve ez dikarim bibêjim; ji Mehmet Şîrîn Bulga re nivîsandin mîna dermankirina êş û elemên di nav dilê wî û civaka kurda, ye…

Belê ez benî. Ger mirov şîr helal be dişibe welatê xwe. Min di helbesteke xwe ya kevn de gotibû

“...Welatê evînê,

Kirin welatê şîn û mirinê

Warê êvînê êdî mirin dibare…”

Welatê me bi eslê xwe welatê evînê ye. Lê mixabin xêrnexwazan ev welatê rengîn kirine warê êş û elem û şîn û mirinan. Lê ez baş pê dizanim û pê bawer im, kok li ku be cewher jî li vir e. Wê cewherê evînê li ser koka xwe, xwe ji nû ve biafirîne.

Pêşiya gotî ye “Tê sotin nayê gotin” lê ez wisa nafikirim. Gerek tiştek tenê jî neyê sotin. Ji xwe Kurdan êş û elemê xwe her û her gotin e. Lê gotin tenê têra me nake êdî. Gerek ji vê demê pê ve bi dil bê hest kirin, bi ziman bê gotin û bi pênûsê bê nivîsandin. Ya herî pêwist û giring ev e. Wek we jî anî ziman nivîsandin dermanê herî bi bandor a cebirandina birîna ne.

Gula Mîrza hem mirov dibe dîrokê û hem jî berê mirov dide rojevê. Dîrok û rojev bi êşek civakî ve li hev tên hûnandin…

Zanyarê mezin dibêje “Dîrok di roja me de veşartî ye û em di destpêka dîrokê de veşartî ne.” Paşeroj, îroj û siberoj ji hev ne azad in. Têkilîyeka misoger di navbera wan de heye. Wek hûn jî dizanin dîrok li vê xakê dest pê kirye û her cureyê jîyanê li vê xakê hatiye afirandin. Her çiqas dîrok û jiyan di şêwazên cuda de xwe dubare bikin jî, di navbera van cudatiyan de têkilî û hevşibînî heye.

Tu di 29’e Kewçêra 2016’an de bi daraza qerarnameya hejmara 675’an ji kar hatî ixrackirin. Bi awayek di navê te di çapemeniyê de wek ‘Mamosteyê Îxrackirî’ derbas dibe. Her wiha, ev mijarek girîng e û hîn jî li rojevê cîh digirê. Tu dikarî li ser îxrackirinê û rewşa mamosteyên ku hatin îxrackirin bi axivî?

Baş tê zanîn ku ê şopdarê heqîqetê be, wê rastê astengîyan were. Rêya heqîqetê ji agir e. Her mirov li gor têgihiştina xwe ji vî agirî para xwe distîne. Hin ji ronahiya wê, hin ji germahiya wê û hin jî ji sotîneriya wê para xwe distînin. Lê hin jî tevlî agir bi xwe dibin û di nav deryaya heqîqetê de dibin misqalek, an jî dibin agir bi xwe.

Ji ber ku  min û hevalên min ên wek min hatine îxrackirin me gotibû “Em Li Hember Şer Aşitîyê- Li hember Mirinê Jiyanê Diparêzên” û ev gotin bû mehneya îxrackirina me. Ma ji vê xwestekê rewatir û xweştir çi heye? Ez ji hevalên ku wek min hatine ixrackirin re dibêjim; We mafê rastiyê û jiyanek bi rûmet parast. Siberojê wê zarokên we bi we şanaz bibin. Bi meziniya kedê bi bawer bin û xwe bi benê kedê ve bizeliqînin. Wek gor bihuşt Baba Tahirê Uryan gotî

“Serê min mîna gogê li meydanê digere

Dilê min ne ji eht, ni ji Peyman digere

Eger dewran ji namerda re bimîne

Ezê runim heta dewraneke din bigere”

Lê em ê runeynin. Em ê têbikoşin ku dewran wegere li ser rastiyê. Wek dirûşmeya ku me li qadan diqêriya “Serkeftin ya kedkarên berxwedêr e” û teqez serkeftin wê ya me be. Ev rastîyeke misoger e.

Tu dikarî çend hevokan ji kesên ku Gula Mîrza nexwendine re bînî ziman?

Ma ez ê çi bibêjim? Ger ku bixwînin, rexne û nirxandinên xwe ji min re bişînin ez ê gelek kêfxweş bibim. Ji ber ku ew rexne û nirxandin wê destê min qewî bike û rewîtiya nivîskariyê de rê li ber min veke. Hêvîdarim ev xwesteka min bête cîh.

Em hinek jî behsa pêşerojê bikin. Xebatên te û projeyên te yên nû hene? Ku hebin tu dikarî behsa wan bikî?

Bele xebatên çend heb berhemên nû li ber min in. Mînak; dixwazim romanek li ser dengbêjê nemir Şeroyê Biro binivîsim. Wekî din dixwazim çîroka girava Axtamarê, çîroka Geliyê Zîlan- Çemê Hesen Evdalê- Heso û Nazê binivîsim. Lê mixabin him ji ber bêderfetiyan û him jî ji ber astengiyan nikarim van xebata bikim. Ji ber ku pasaportê min hatiye desteserkirin û nahêlin ez pasaportek nû jî bistînim. Ji bo van berheman gerek ez karibim hin hevdîtinan û lêkolînan bikim. Lê mixabin him warê hiqûqî de û him warê aborî de gelek tengav im. Hêvîdarim ev pirsgirêk di demek kin de çareser bibin û ez xebatên xwe yên wêjeyî bi rehetî rêve bibim.

Li ser gotina dawiyê ji xwîneran re bangek te heye?

Ez ji xwînera tîka dikim, bi zimanê xwe bixwînin, bi zimanê xwe binivîsin û bi zimanê xwe bijîn. Her netew bi zimanê xwe heye. Dema ku ziman biçe, çand, huner, wêje, şano….û hwd, tiştek namîne. Dema ku ev nirx wenda bûn, gelo em ê li hember netewên dinyayê bikaribin bibêjin em jî wek we netewek in?


Mehmet Şîrîn Bulga (Mîrza Mehemedê Şêrwî) kî ye?

Di sala 1968’an de li Bakûrê Kurdistanê -Bajarê Sêrtê- Navçeya Şêrvanê- Gundê Qalinz ji dayik bû. Dibistana seretayî du sal li gundê xwe, sê salên mayîn û dibistana navîn li navenda Sêrtê xwend. Navbera salên 1984 û 1987’ê de dibistana amadeyî li îskenderûnê xwend. Navbera salên 1988 û 1992’an de li bajarê Enqerê zanîngeha Gazî’ye de beşa Mobilya Dekorasyonê kuta kir. Ji bilî vê beşê, beşa Sosyolojîyê jî kuta kirîye. Navbera salên 1992-1995’an de li îdirê, 1995-1998’an de li Sêrtê li dibistana amadeyî ( Endüstri Meslek Lisesi) Mamostetî kir.

 Min navbera 1999-2002’yan de li şaredarîya Sêrtê şêwirmendîya karên teknîkî kir. Di sala 2005’an li Dadgeha Mafê Mirovan (AİHM) dawe kar kir û ji nû ve vegeriya ser karê mamostetiyê. Navbera salên 2005-2009’an li Geverê, 2009-2010’an li Cizîrê, 2010-2016’an li Sêrtê mamostetî kir. Ji ber ku bi biryara navendî a sendiqaya xwe piştevanî da çalakiya bi navê “Em Li Hember Şer Aşitîyê- Li hember Mirinê Jiyanê Diparêzên” û ji ber vê çalakîkirinê di û 29’e Kewçêra 2016’an de bi daraza qerarnameya hejmara 675’an ji kar hate avêtin. Hîna rêveberê navendî ê Eğitim-Senê ye.

Ji xeynî xebatên sendikayê, di heman demê de karê Helbestvanî-Nivîskariyê jî bi rê ve dibe. Mîrza Mihemedê Şêrwî nivîskarekî endamê PEN’a Kurd e.  Di heman demê de endamê PEN İnternational û TYS (Türkiye Yazarlar Sendikası) ye.

Berhemê wî ên heya vê demê hatine weşandin ev in:

  • Maviydi Mayıs - Üşüyen Şiirler / helbest/ 2007- İstanbul
  • Gerzevêl’in Tanıklığı – Süleyman’ın Çığlığı / Roman/ Tevn Yayınları / 2018-İstanbul
  • Cêwîtîya Helbestan / Helbest / Weşanên Tevn / 2018-Stenbol
  • Dayika Du Dil / Çîrok / Weşanên Tevn / 2018 – Stenbol
  • Gula Mîrza / Çîrok / Weşanên Tewn / 2020 - Stenbol

Ji bilî van berheman, hin helbest û kurte-çîrokên wî di rojname û kovarên cuda de ( Siirt’ten Öte, Siirt News, Emekçiler Formu, Tîroj Dergisi, Evrensel Kültür…. ) hatine weşandin. Du helbestên wî ên dawî bûne klip û di MedMusic’ê de hîna tên weşandin.