Mirazê Cemal: Rojnemaya R'YA T'EZE ya  91 salî, îro li  ber man û nemanê ye

Rojname R'YA T'EZE di sala 1930î de li bajarê Yêrêvanê da bi wê elîfba latînî ronahî dît. Gerekê bê gotinê, wê demê kadroyên rojnemevaniyê yên Kurd tune bûn. Berpirsîyarên rojnameyê mirovên eslê xwe da Ermenî bûn.

Îhsan Bîrgul | Hevpeyvîn

Rêwîtiyeke 91 salî: RÊYA T'EZE

91 sal berê, di werza biharê de rêwiyek kete ser rêyekî. Rêyeke nû û wekî biharê teze. Ev rêwî li gel hemû ba û baran, kevir û kuçik, kaş û beyaran de bênavber rêya xwe didomîne. Belê em behsa rojnameya R'YA T'EZE dikin… Rêya bi Kevork Paris, Hraçya Koçar ve Harûtyûn Mkirtçyan destpê kiriye. Îro jî bi  Tîtalê Kerem, Rizganê Cango, Mirazê Cemal didome. Helbet meriv nikare vê rojnameya ku hindik maye emrê xwe bike sedsalekî ango esrekî bi çend gotinan bine ziman û ne pêkane jî. Tenê me li ser navê we çend kinepirs ji rêveber û cabdarê rojnameyê birêz Mirazê Cemal kir. Wî jî bi kurtasî bersivên me dan.

 Serpêhatiya R'YA T'EZE kîjan salê, bi çi awayî destpê kir?

Berî ku ez bersiva vê pirsê bidim, gereke  bê gotinê dijwarî gelek bûne. Destpêka şerê cîhanê yê yekemîn da, Kurdên Ermenîstanê (ji Kurdistana Bakûr) ji cîh û warên xwe yên bav û kalan  mihacirî Ermenîstana Rojhilatê bûn (ya îroyîn). Nava Kurdan da mirovên xwendî tune bûn. Di destpêka sala 1920an de li Ermenîstanê pergala sosîyalîstiyê hate avakirin. Dewletê guhdariyeke mezin da ser pêşketina xwendin û çanda netewên kêmjimar. Sala 1921î di meha Nîsanê da Komîseriyeta Ermenîstanê ya ronahiyê biryar da ku di hemû dibistanên komarê de ders bi zimanê dayîkê bêne derbaz kirin. Wî wextî ne elîfba Kurdî hebû, ne jî kadroyên Kurdan yên xwendiyê netewî.

Lê belê di demeke kin de pirsgirêk hate çareserkirin. Bi saya rewşenbîrekî ku bi eslê xwe  Ermenî bû, li Kurdistanê hatibû dinyayê û zimanê Kurdî baş zanibû, elîfbeya Kurdî bi navê ŞEMS hate amedekirin. Ev elîfba bi herfên Ermenî bû. Di hemû dibistanên gundên kurdan da ders bi wan herfa( tîpan) bi zimanê dayîkê dihatine derbazkirinê. Gelek mirovên xwendî li nava Kurdan da derketin. Hetanî sala 1928an bi saya rewşenbîrê Kurd ên navdar Ereb Şamîlov (Erebê Şemo) û Îsahak Maragûlov,  herfên Kurdî yên bi tîpên latînî hatine amedekirin, hema ew yek bû bingeha pêşketina çand û hunera Kurdî li Ermenîstana Sovyetê.

Rojname R'YA T'EZE di sala 1930î de li bajarê Yêrêvanê da bi wê elîfba latînî ronahî dît. Gerekê bê gotinê, wê demê kadroyên rojnemevaniyê yên Kurd tune bûn. Berpirsîyarên rojnameyê mirovên eslê xwe da Ermenî bûn. Berpirsîyarê rojnamê yê sereke, nivîskarê Ermenîyan yê navdar, dostê gelê Kurd Hraçya Koçar bû. Li nav Kurdan da mezin bûbû, û zimanê Kurdî gelek baş zanibûye. Bi wî ra tevayî edebiyetzan Harûtyûn Mkrtçyan û Gêvork Parîs bû. Zimanê kurdî baş zanibûne û li nav Kurdan da mezin bûbûn. Tevî wana wisa jî rewşenbîrên Kurd yên wek Ereb Şamîlov, Hecİyê Cindî, Emînê Evdal bi aktîvî tevî xebatên rojnameyê bûne.

Sala ku herî zêde R’YA T'EZE berbiçav bû kîjan sale, û ji aliyê tîrajakirîn û xwendinê ve jî?

Rojnameya R’YA T'EZE her dem jî berbiçev bûye, ew hezkirîya hemû xwendevanên xwe bûye. Tîraja wê sala 1930î de 600 heb bûye, sala 1932'an de gihîştîye 1300î. Hesabên aboneyên wê tenê li mentîqa Aparanê gihîştîye 600î. Rojname li nav hemû gundên Kurdan yê  Ermenîstanê da hatîye belavkirin, her maleke Kurdan  xwedî abonêyan bûye. Ji wê ra tevayî rojname wisa jî diçû komara Gurcistanê, Azirbêycanê, Naxçêvanê û cîhên din.

Gelo  R'YA T'EZE 91 sale çawa kariye li ser lingan maye?

Salên Sovyetê da, rojnameya R'YA T'EZE organa dewletê ya Partîya Komûnîstîyê, Wezareta Komarê û Parlamêntoyê bû. Wê demê Ermenîstanê da 4 rojnamyên sereke ronahî didîtin. SOVÊTAKAN HAYASTAN, KOMÛNÎST (bi zimanê Rûsî), SOVÊT ERMENÎSTAN (bi zimanê Azêrî) û RÎYA TEZE bi zimanê Kurdî bû. Hemû xercê wê ser dewletê bû. Dewletê mûçeyê bilind dida xebatkarên wê. Tu kêmasî tune bûye. Lê piştî ruxandina dewleta Sovyêtîyê, rojname bin hukmê dewletê derket, bû rojnema serbixwe ya civakî û çandî. Rojneme hetanî îro jî ketiye halê fînansiyê giran. Salên Sovyetê da ku heftê 2 cara ronahî didît, lê nihaka mehê carekê ronahî divîne. Rojnameya ku xebatên xwe di qateke jî 11 odeyan pêk dihat de destpê kiribû, îro di daîreyeke jî du odeyên biçûk pêk tê de hewl dide li ser lingan bimîne. Yanî rojnemaya R'YA T'EZE ya  91 salî, îro li  ber man û nemanê ye.