Firat Cewerî: Min dabû dû çirûskek ronahî

Firat Cewerî: Kelem û astengiya herî mezin ku zimanê kurdî hê jî qaçax e, hê jî ne zimanê perwedê ye, ne zimanê bazarê ye û wek nîşana cehaletê tê dîtin. Loma, ez edebiyata ku bi vî zimanî tê nivîsandin wek mucîzeyekê dibînim. Em bi zimanekî qedexe edebiyateke ku li dinyayê vedibe ava dikin.

Vedat Yeler

Rojname Swêd - Rêwiyê ziman û edebiyata kurdî Firat Cewerî di sala nivîskariya xwe ya 40emîn de ye, û ev 40 sal in Firat Cewerî barê ziman û edebiyata kurdî li xwe wek barê dijînê girtiye. Her wiha, min jî bi nivîskar, rojnamevan û werger Firat Cewrî re li ser rêwitiya wî û meşa ziman û edebiyata kurdî û pirtûkên wî ên nû hevpeyvîn kir. 

Firat Cewerî di derbarê gelek mijarên rêwîtiya xwe ya ziman û edebiyata kurdî yên bi êş û elem, kelem û astêngî, kêf û hêvî, şexsî û qelemperî... ku ji dîrokek 40 salî heya vê rojê hatine de axivî.

Dema ku ez li ser amadekirina vê hevpeyvînê fikirîm; di gelek mijaran de pirr pirs xwe li mejiyê min girtin. Lê pirsa yekem a ku herî zêde bala min kişand jî li ser peyva ‘bêwestan’ derket holê. Paşê ev peyv li ser pirtûka 40 saliya nivîskariya te jî bi vê hevoka te derket pêşiya min:  ‘Belê, ev kitêb çîroka rêwîtiya 40 salan ya bêwestan e…'Li gorê vê yekê tu di nav jiyan û xebatên xwe de peyva ‘bêwestan’ çawa dibînî û dinirxînî?

Li gora kitêba pîroz Tewratê, Xwedê di şeş rojan de dinya afirandiye, lê rojekê bêhna xwe vedaye. Ev baweriya cihûtiyê derbasî xiristiyanî û misilmantiyê jî bûye; ew jî piştî xebata şeş rojan rojekê bêhna xwe vedidin. Bêhnvedaneke kurt ji bo xebateke xurt pêwîst e. Loma, civatên ku şeş rojan dixebitin û rojekê bêhna xwe vedidin bi pêş dikevin. Lê hin civat hene şeş rojan bêhna xwe vedidin û rojekê dixebitin. Carina wê rojê jî naxebitin…

Herçî ez im, ez biçûkî ketim nav xebatê. Min bi salên xwe ên zarotiyê dest avêt gelek tiştan û heta demekê hin tişt bi hev re meşandin. Lê dem hat, ez tenê di tiştekî de asê mam, ew jî gerîneka edebiyatê bû. Ez tê de asê mam û berdewam min tê de riya xwe veda. Gava min dixwest ez jê derkevim, hew min didît ez ketime ser riyeke din. Riyên bi asteng û kelem. Riyên serkaş. Hin rê tarî bûn. Lê min ji dûr ve çirûskek ronahî didît û min dida dû. Loma, ji bo ez bigihîjim wê çirûska ronahiyê û paşê ronahiyê li dora xwe belav bikim, ez bêwestan meşiyam. Erê, piştî şeş rojan jî min bêhna xwe veneda, piştî şêst rojî jî…Ez carina difikirim, ez dibêjim, heke ev ne edebiyat bûya wekî din çi bûya min ê niha dev jê berdabûya û dabûya ser riyeke din. Lê riya edebiyatê riyeke bêdawî ye. Riyeke dûr û dirêj e. Riyeke bi êş û elem, herweha riyeke bi xweşî û şadî ye jî. Belê, ev 40 sal in ez di vê riyê de bêwestan dimeşim. Niha, piştî 40 salî, ez dîsa bi kelecana 40 sal berê di vê riyê de me û bêwestan dimeşim… Bêwestanî ji bo min nîşan û sembola berdewamiyê ye, berdewamiya gihîştina armancê…

Barê jiyanê li ser mirov li gorê jiyana mirov dimeşe. Her wiha, mirov car caran ji ber barê xwe aciz dibê û bêhna mirov teng dibe. Barê rêwitiya ziman û edebiyata kurdî jî ji ber gelek mijarên cuda û awarte pir giran û zihmete… Ev 40 sal e dema ku ji ber mişarek bêhna te teng dibe anjî tu aciz dibî, çawa bêhna xwe vedidî?

Gava 40 sal berê kitêba min ya pêşî derket ewrekî reş xwe bi ser welatê me de girtibû û hemû hêviyên me çilmisandibûn. Ji hingî ve min zanîbû ez dikevim bin barekî giran. Lê ji bo ez wî barê giran yê li ser milê xwe siviktir bikim, min li ber xwe dida. Yek jî min dixwest ez bi neyarê xwe bidin fêhmkirin ku zimanekî me heye, zimanê me qedîm e, pê edebiyateke bilind hatiye nivîsandin, lê wan cih lê teng kiriye, ew biçûk dîtine û kiriye sembola nezanî û paşdemayinê da ku xwediyên wî berên xwe jê biguherin. Ya din, min dixwest ez bi xwediyên sersar, ên ku bi qasî misqalekî guh nedidan zimanê xwe û li dijî asîmilîsayona xurt bi helwest û tevgerên xwe tu bertek nîşan nedidan bidim zanîn bê têkoşîna ji bo zimên çiqasî girîng e. Di vê rêwîtiyê de, carina xwediyê vî zimanî bi qasî serdestan ez êşandibin jî, dîsa heta ji min hatiye ez bi bêhnfirehî tevgeriyame, ew bûbin çavkaniya hêrsê jî, min ew hêrs daqurtandiye û bi hêrs neçûme ser wan. Gava ez pêrgî gotinek, tevgerek, helwestek, nivîsek bêhntengî bûbim jî, heta ji min hatiye ez bi bêhnfirehî tevgeriyame. Ez bi hêrs neçûme ser hêrsê, çend rojan li ser razame û bi bêhnfirehî nêzîkî wan bûme da wan jî rakişînim ser riya parastina ziman û edebiyata kurdî. Wekî din, ji bo ez barê ser milê xwe siviktir bikim û ji hêrsa xwe rizgar bibim, ez her sal wek soza salê soza efûkirina her kesên ku di pêvajoya salê de ez aciz kirime, an ez êşandime didim. Lê gotinek heye, dibêje hezar dost kêm e, dijminek zêde ye. Di vir de ez dixwazim bibêjim ku bi hezaran jî ên ku bi enerjiya xwe ya erênî dike ku mirov bi helwesteke erênî di riya xwe de berdewam be hene. Bi kurtî, divê mirov bi hêrs neçe ser hêrsê. Heke mirov çavên xwe girt û devê xwe vekir, hingî cih li gotinê teng dibe. Gava gotin maneya xwe wenda bike, şidet dikeve dewrê, şidet dibe maka şidetê û ji şidetê şidet dizê…

Jiyanê xwe li ser navê Firat Cewerî bi nivîskarî, rojnamevanî û wergertiyê li darxistiye. Di nav vê  ked û xwebata nirxdar û ziman û edebiyata kurdî de em dikarin bibêjin têkiliyek diyalektîk heye. Ji ber vê, ne navê Firat Cewerî bê ziman û edebiyata kurdî tê ser ziman, û ne jî ziman û edebiyata kurdî bê navê Firat Cewrî tê ser ziman. Tu vê têkiliyê di sala nivîskariya xwe ya 40emîn de çawa şîrove dikî?

Gava em li dîrokê vedigerin û çavekî li dîroka edebiyata kurdî digerînin, em dibînin berdewamiyek di nivîskariya nifşê berê de çênebûye, an jî wan edebiyat wek mijûliya sereke nedîtine. Fûadê Temo çîrokekê dinivîse û winda dibe. Nûredîn Zaza dest bi nivîsandina çîrokan dike û ji aliyê Celadet Alî Bedir-Xan ve wek Çexovê kurd tê binavkirin, lê ew bi xwe di çîroknivîsiyê de namîne, an jî cîhana edebiyatê jê re teng tê, loma bi piranî di cîhana siyasetê de dilive. Ya rastî, ew bi riya siyasetê dixwaze bergeha edebiyata kurdî firehtir bike. Rewşa kurdan ya siyasî, zilm û stemkariya li ser kurdan hertim ew kişandin ser sînorê siyasetê û kiriye ku ew nikaribin di cîhana edebiyatê de bilivin. Heke min jî nedabûya ser riya sirgûnê, bawer nakim min ê jî bikarîbûya 40 salan bêwestan û bêrawestan di vê riyê de bimeşim. Armanca derketina min ew bû ku ez bi awayekî azad di deriyê gotina qedexe re têkevim hundir, hem pê ruhê ên berî xwe şa bikim, hem jî hêviyê bidim nifşê nû. Loma, edebiyat ji her tiştî bêtir di jiyana min de ye, bi gotineke din, wek te jî kerem kir, jiyana min ji edebiyatê pêk tê. Roja ku edebiyat ji destê min bête girtin, wê dinya li ber çavên min reş bibe û jiyan maneya xwe wenda bike. Jiyaneke bêyî edebiyat wê ji bo min bibe jiyaneke pûç, vala û bêreng. Ez bi xêra edebiyat û afirandinê hertim li dû jiyanên nû dibezim, jiyanên nû ava dikim, derdikevim rêwîtiyên dûr û bi wê xwe dilşa dibînim. Divê ez vê jî bibejim ku ji aliyê madî ve di van 40 salan de min ji kurdî 40 quriş bi dest nexistiye. Lê her ku kitêbeke min derketiye wek hemû malê dinyayê bûbe yê min. Her ku ez çav li keç û xortekî kurd dikevim ku dane ser vê şopa pîroz, ez ji kêfan di kirasê xwe de hilnayêm.

Te di 40 saliya nivîskariya xwe de yek tirkî û yek jî kurdî du pirtûk amade kir. Ya ku ez dizanim pirtûka kurdî li benda çapkirinê ye, lê ya tirkî ku li ser navê '40 Yıllık Edebiyat Yolculuğum' hat çapkirin jî niha di refên pirtûkfiroşan de ji bo xwînerên xwe amade ye. Pirtûka tirkî wek ji van pirsên te ra bibe bersiv hatî amadekirin: ‘40 sal berê rewşa me kurdan çawa bû? Ziman û edebiyata kurdî di çi rewşê de bû? Di rêwîtiya edebiyata kurdî de çi kelem û astengî hebûn? Em li ku bûn? Berê me li ku bû?’

Di pêvajoya van 40 salan de bi gelek zimanan hevpeyvîn bi min re hatine kirin. Gelek ji van hevpeyvînan ên berî bi 30-40 salî ne, ên berî dema internetê ne. Lê ew fizîkî di arşîva min de parastîne. Gava ez bi minasebeta 40 saliya nivîskariya xwe ketim nav arşîva xwe û min arşîva xwe tev da, min dît tibabek kovar û rojnameyan bi min re hevpeyvîn kirine, li ser min û nivîskariya min gotar û ceribandin hatine nivîsandin. Bêguman herî pir bi kurdî û tirkî bûn. Ên tirkî ji ên kurdî jî bêtir bûn. Hê berî berhemên min wergerin tirkî û çapameniya tirkî cih bidin min û berhemên min, çapemeniya kurdan jî bi tirkî bû û gelek ji nivîs û hevpeyvînên berî bi 30 salî bi tirkî bûn. Kitêba bi tirkî li dor 600 rûpelî ye. Heke me kurdî û tirkî bi hev re biweşanda wê bibûya du qat û kitêbek 1200 rûpel wê ji gelek waran ve ne pratîk bûya.

Nivîs û hevpeyvînên ku me di vê kitêbê de civandine hemû li ser rêwîtiya min ya edebiyatê ne. Lê gava edebiyat bi zimanekî qedexe be û bi kurdî be, tu bêjî nebêjî siyaset jî dikeve dewrê û gelek pirs û şirove li wê der û dorê jî diçin û tên. Min çima nivîsand, min çima bi kurdî nivîsanda, hingî rewşa ziman û edebiyata kurdî çawa bû, siyaset û edebiyat, cîhana xeyalî, rastiya me, rewşa ziman û edebiyata me, ez çawa lehengên xwe hildibijêrim, armanca min bi nivîsandina kurdî çi ye, edebiyat çi ye û bi sedan pirsên cihê digel bersivên min di vê kitêbê de hatine ba hev. Heke piraniya van hevpeyvîn û nivîsan ji aliyê tirkan û çapemeniya wan hatibin kirin, di ya kurdî de ziman bi kurdî ye û hemû di çapemeniya kurdan de derketine. Herdu kitêb di warê zimên û hin warên din de ji hev cihê bin jî, tema yek e, mijar nêzîkî hev in. Ev herdu kitêb li ser hev dibe arşîvek jî, ji ber ku ji bilî çend mirovên ku guh didin arşîvê, bawer nakim haya kesî ji van nivîs û hevpeyvînan hebe. Min bi xwe jî gelek ji wan ji bîr kiribûn. Gotina nivîskî dimîne, loma min jî ji bo bîrê gotina nivîskî daxist ser kaxezê da ez bigihînim nifşê nû û resimekî edebiyata kurdî berfireh pêşkêşî wan bikim.

Di rojevê de rewşa  ziman û edebiyata kurdan

Rewşa ziman û edebiyata kurdî ya îro ji ya doh gelekî baştir e, qet nebe li ser erda xwe geş dibe û şax dide. Lê îro pêla asîmîlasyonê jî ji ya doh xurttir e. Loma divê kurd bi her awayî li dora zimanê xwe bicivin, bi hev re û bi yek dengî doza perwerdeya zimanê xwe bikin da ku jê re statuyeke fermî ava bikin. Heke zimanê kurdî nebe zimanê perwerdê, statuyeke fermî ji zimanê kurdî re çênebe, wê her tim li ser sînorê talûkê be.

Kelem û astêngiyê li pêş ziman û edebiyata kurdî yên rojevê

Kelem û astengiya herî mezin ku zimanê kurdî hê jî qaçax e, hê jî ne zimanê perwedê ye, ne zimanê bazarê ye û wek nîşana cehaletê tê dîtin. Loma, ez edebiyata ku bi vî zimanî tê nivîsandin wek mucîzeyekê dibînim. Em bi zimanekî qedexe edebiyateke ku li dinyayê vedibe ava dikin.

Di her heremên ku kurd lê dijîn de li ser ciwanên kurd, tu rewşa xwendin û xwedî derketina ziman û edebiyata kurdî çawa dibînî? Berê ciwanên kurd di vê aliyê de xwe li ku digirê?

Ciwanên kurd hêviyeke mezin dide min. Ew xwende ne, bi zimanan dizanin, haya wan ji dinyayê heye, nêzîkî huner û edebiyatê ne, nûjen in, lê li dû zimanên xwe dibezin. Ez li çend cafeyan ji bo sohbetên edebî û îmzeyê bûme mêvan, min dîtiye bê ew bi çi kelecanê nêzîkî edebiyata zarê xwe dibin. Gava ez beşdarî fûarên kitêban dibim, ez dibînim keç û xortên kurdan bi çi germahiyê nêzîk dibin û çi şewq ji çavên wan difûre.

Swêd ji bo nivîskarên kurd ji mêj de wek warê nivîskariyê tê dîtin. Gelek nivîskarên navdar ên kurd wekî te li Swêdê xwebatên xwe pêşkeş dikin. Têkiliya Swêd û edebiyata kurdî îro çawa didome û tu vê tikiliyê çawa dinirxînî?

Di salê heştêyan de gelek keç û xortên me mecbûr man ku welatê xwe biterikînin. Hingî gelek ji wan li Swêdê bi cih bûn. Ew li welêt di nav siyasetê de bûn, ya ji bo wan girîng îdeolojî bû,  lê dûriya ji welêt, bêrîkirina welêt ew hêdî hêdî ber bi ziman û edebiyata kurdî ve kişandin. Li Swêdê komele ava bûn, dezgeh ava bûn, federasyon ava bû. Piştî wê hêdî kovar derketin, weşanxane ava bûn. Gava ev hemû li Swêdê dibûn, li welêt ziman qedexe bû. Gava li welêt ziman qedexe bû, xebatên ji bo ziman û edebiyatê li Swêdê gur bû. Ev yek aha heta salên 2000î jî dewam kir. Lê piştî ku hinekî aramî çêbû û hinekî rê li ber ziman û edebiyata kurdî vebû, berê edebiyata li sirgûnî jî hêdî hêdî ber bi welêt ve bû. Ew xebata gur ya li Swêdê niha alaviyên wê li welêt hildibe. Loma, li Swêdê êdî ew agir vedimire, nifşê yekê di nav salan re diçe, nifşê dudan û sisiyan jî mixabin nikarin edebiyatê bi zimanê xwe bikin, lê bi swêdî dikin.


Firat Cewerî bi eslê xwe ji Dêrika Çiyayê Mazî ye. Di destpêka salên heftêyan de koçî Nisêbînê kir û di sala 1980 de jî terka welêt kir û li Swêdê bi cih bû. Wî di eynî salê de kitêbeke xwe da çapê. Ji wê salê û bi vir de ew di nav tevger û çalakiyên edebiyata kurdî de ye. Wî di adara 1992an de dest bi weşandina kovara NÛDEMê kir û deh salan bêyî navbir derxist. Piştî bi demekê kovareke xwerû werger bi navê NÛDEM WERGER derxist û weşanxaneya NÛDEMê ava kir. Firat Cewerî bi xwe heta niha 20 kitêb nivîsandine û 20 jî wergerandine kurdî. Kitêbên Cewerî wergeriyane swêdî, almanî, erebî, tirkî û farisî. Herweha çîrokên wî di antolojiyên swêdî, almanî, erebî û tirkî de jî cih girtine û bûne fîlm. Cewerî bi çar romanên xwe; Payiza dereng, Ez ê yekî bikujim, Lehî û Maria melekek bû wek romannivîsekî girîng bal kişandiye ser xwe. Firat Ceweriyê ku hê jî li Swêdê dijî, bi salan di Komîteya Karger ya PENa Swêdê de serokatiya Komîteya Nivîskarên Sirgûnê kiriye. Firat Cewerî di sala 2018an de ji ber xebatên xwe ji aliyê Akademiya Swêdê ve hat xelatkirin. Di sala 2020an de jî Wezareta Rewşenbîrî ya Kurdistanê ew bi qelema zêrîn xelat kir.