Edîtora Kubarê Ayşenûr Ozel: Em bi zimanê xwe dikarin li ser her tiştî binivîsin

Ayşenûr Ozel: 'Belkî kofiya me kurdan hinekî sadetir bin dikarin bikevin modeya cîhanê. Çawa em niha jî kuman didin serê xwe û ev li cîhanê berbalev e, kofî jî dikare mîna kuman di modeya cîhanê de cihê xwe bigire.'

Îhsan Bîrgul

Nabe ku civakek an gelek tenê bi çend tiştan were nasîn. An jî xwe bide nasîn. Mînak, civaka Kurd piranî bi siyasetê ve mijûl e û piranî jî bi vê tê ser ziman. Bêguman sedan sedemên wê hene lê divê xebatên civakbûnê tenê bi vê neyên meşandin. Divê her civak di aliyê edebî, zanistî û nûjenti hwd. de jî karibe bi dinyayê re gav biavêje. Bi rengê xwe tev li dinyayê be û her rengê xwe ber çavên dinyayê bixe.

4-5 ciwanên Kurd yên li ser vê fikrê jî mil dane hev û bi kovareke moda û makyajê ango xwexemilandinê dixwazim dinyaya modeya cîhan bi zimanê Kurdî nîşanê civaka xwe, ziman û rengê civaka xwe nîşanê dinyayê bikin. Bi mebestê kovareke dîjîtal pêşkêşî modehez û zimanhezan dikin. 

Ji wan kesan yek jî Ayşenûr Ozel e, û li Kocaeliyê dijî û li zanîngeha Stenbolê xwendekar e. Beşa fîzîkê dixwîne û edîtoriya kovara Kubarê dike. Me jî bi çend kurtepirsan serpêhatî, mîsyon û xebatên kovara Kubarê ji edîtora kovarê Ayşenûr Ozel pirsî. Ne me pirsên dirêj kirin, ne wê bersivan dirêj kir. Ka em binêrin Kubar çima heye, ji bo çi ye...

Proje ango fikra kovara Kubarê ji ku derket? Dikarî behsa vê pêvajoyê bikî?

Min û hevala min a Leyla Arisoyê du salan beriya kovara Kubarê xwestibû em li ser Instagramê di derheqê mode û makyajê de xebatekê bikin. Lê belê wan deman fikra kovarê qet di bîra me de tunebû. Heta du salan jî me nikaribû xebata xwe pêk bînin ji ber hin sedeman. Axir me biryar da em xebateke profesyonel bikin. Lewma me got em kovarekê biweşînin li ser modeyê. 

Çima Kubar ne navekî din?

Navê Kubarê  fikra hevalê me yê Omer Faruk Baran bû. Ciwan Haco di stranekê de dibêje "kubar, kubar, kubarê...". Navê kovarê ji wê stranê tê. Her wiha bi vê fikrê kovara me bi navê Kubarê 9ê Çileya sala 2020:an bi awayekî dîjîtal dest bi weşanê kir. 

Hûn ji komeke çawa pêk tên? Xebatên we ser çi esasî dimeşin?

Ez edîtora giştî me. Meysûn Gul, Leyla Aydin, Dogan Ulku û Bêrîvan Inke edîtorên naverokê ne. Redaktorê me Cemal Meşmayî ye. Mizanpajê me jî Ridwan Xelîl e. Carinan em bi hin kesan re hevpeyvînan dikin, lê ew kes bi kurdî nizanin an jî kurdiya kurmancî nizanin. Ji ber wê hewcedariya me bi wergêran dibe. Hîngê hevalên dikarin wergera hevpeyvîn an jî nivîsên wan bikin alîkariya me dikin, lê bêguman hejmara wan ne dîyar e, her dem diguhere. 

Xebata me beriya her tiştî bi rêzgirtin, hevkarî û alîkariyê dimeşe. Her wiha em bi van esasan gringî bi modeya nû û nûjen didin. Gava em naverokê amade dikin her dem bi hevdu re dişêwirin û ji bo naverokeke xurt amade bikin bi hev re biryarê didin. 

Ji bo me danasîna model û modevanên Kurd û markeyên kurdî gelekî grîng e. Wekî rêbazek e ji bo me xebatkarên Kubarê. Ji ber ku em kurd hê model, modevan û markeyên xwe nas nakin. Em dixwazin kurd bi kovara me di vî warî de xebatên nû û nûjen ên gelê xwe nas bikin. 

Kurdek çima kovara we bixwîne? Ango kovara we yê çi li Kurdan zêde bike?

Kurdên ji modeyê hez dikin, wê mereq dikin an jî dixwazin warê modeyê bişopînin dikarin kovara me bixwînin. Bi min divê em pirtir li ser mijarên cuda, bi taybetî jî li ser mijarên jiyana rojane jî bikaribin binivîsin, bixwînin û biaxivin. Kubar ji bo mirov ji xirecira jiyanê dûr be derfetek e. Her çi qas bala gelek kesan kişandibe jî kovara me di nava kurdan de hê zêde nayê nasîn. Hêviya me jî ev e Kubar di siberojê de ji bo kesên di warê modeyê de kar dikin bibe çavkaniyeke grîng. Lewma fikra me ev e kovara Kubarê di warê modeyê de yê gelek tiştan li kurdan zêde bike. 

Gelo kovara Kubarê çi hedef daye pêşiya xwe? An jî yê li gorî dewrê bimeşe? Ango armanca we ya sereke çi ye?

Bêguman armanca herî mezin ya xebatên kurdî parastin û berdewamîya zimanê kurdî ye. Me xwest em nîşan bidin ku em bi zimanê xwe dikarin li ser her tiştî binivîsin. Ji xeynî wê me bi Kubarê danasîna modeya cîhanê, markeyên kurdî û yên cîhanê, model û modevanên Kurd û biyanî ji xwe re kirine armanc. Em dixwazin kurd bibînin mode çi ye, di warê modeyê de çi diqewime, em kurd çi dikin di vî warî de. 

Li gorî we kîjan cil û berg ango xeml û xemilandina Kurdî dikare di nav modaya dinyayê de cihê xwe bigire?

Belkî kofiya me kurdan hinekî sadetir bin dikarin bikevin modeya cîhanê. Çawa em niha jî kuman didin serê xwe û ev li cîhanê berbalev e, kofî jî dikare mîna kuman di modeya cîhanê de cihê xwe bigire. Her wiha ew desenên me yên kurdewarî û şûtik jî li gorî me dikarin têkevin modeya cîhanê. 

Gotina we ya dawî ya ji bo xwendevanên me çi ye?

Mode bixwe parçeyek ji jiyana me ye. Her dem bi me re ye. Her wiha her dem bi me Kurdan re ye jî. Êdî dem hatiye em pirtir li ser modeyê bixwînin û biaxivin.