Bedran Çiya Kurd: Ku Rojhilata Navîn aram be, dê cîhan jî aram be

Bedran Çiya Kurd: 'Projeyeke me li Sûryeyê û herêmê heye, ew jî projeyeke cuda ye û ne lasakirî ye, pala xwe dide rêxistinkirina xweser û rêveberiya xweser.'

Vedat Yeler

Rojname Swêd - Me bi Cîgerê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûryê Bedran Çiya Kurd re di derbarê tikiliyên derve yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûryê û ên dewletên din de li ser gelek mijar û pirsgirêkên heremê hevpeyvîn kir. 

Bedran Çiya Kurd li ser têkilî û polîtîkayên Rêveberiya Xweser ên derve ku bi dewletên din re tê li dar xistin diyar kir ku li Sûryeyê û herêmê wek projeyek hildidin dest û lê zêde kir ku ew jî projeyeke cuda ye, ne lasakirî ye. Li gorê têkilî û polîtîkayên derve ên dewletên din taybetiya vê jî anî ziman ku ev proje pala xwe dide rêxistinkirina xweser û rêveberiya xweser.

'Em astengiyên mezin dikêşên'

Çiya Kurd cudatî û astêngiyên vê projeyê wiha anî ziman: 'Em astengiyên mezin dikêşên, ji ber ku her kesê li derdora me, şerê me dikin ji ber ku em nûnertiya vê projeyê dikin ku hemû hêzên desthilatdar û navendî dixwazin ku çareyên pêşketî û demokratîk qedexe bikin. Bi awayekî pratîkî têkiliyên me, bi Ewrûpa, hin dewletên erebî û dewletên iskendenavî hene. Her weha bi Hevpeymana Navdewletî jî hene, em dixwazin ku her kes baş têbigihêje ku em dixwazin çareya demokratîk li Sûryê û herêmê li pêş bixin, û em tekez dikin ku em projeyeke ku hevbeşiyê, biratî û hevjiyanê pêşniyar dikin, ev jî beşeke girîng ji bo pêkanîna aramiyê ye û her weha nitirkirina kêferatên neteweyî, bi taybet ên di herêma me'

'Nûnertiya eniyeke aramiyê ji hemû cîhanê re dike'

Çiya Kurd di derheqê bandora û rêvebirina têkiliyên derve ku li ser gelên Rojhilata Navîn dikin jî van hevokan da rêzê: 'Herêma Rojhilata Navîn, a niha qada gelek bûyer û pêşketinan e, her wiha dewlemendiyeke çandî û dîrokî û cudabûna pêkhateyan tê de heye û gelekî girîng e ku çavê cîhanê li ser vê herêmê vebe, ji ber ku nûnertiya eniyeke aramiyê ji hemû cîhanê re dike. Ku Rojhilata Navîn aram be, dê cîhan jî aram be.'

Têkiliyên Rêveberiya Xweser û dewleta Swêdê

Berdan Çiya Kurd diyar kir ku piştî têkçûna DAÎŞ'ê di sala 2019'an de, yekemîn dewleta ku bi şandeyeke siyasî fermî serdana Bakur û Rojhilatê Sûryê, Swêdê kiriye, û axaftina xwe wiha berdewam kir: 'Têkiliyê bi Swêdê re baş in û em dixwazin bi awayekî berdewam wan li pêş bixin.  Her wiha, bi awayekî berdewam em nêrînên xwe tînin ziman û em berê xwe didin ku em têkiliyên bi Swêdê û dewletên cuda bikin bin rajeya berjewendiyên Sûryê. Her wiha şerê terorê jî. Û em dixwazin ku rola her kesî di pêkanîna aramiyê li Sûryê hebe û hemû nêrînên gelê sûrî ji bo wekhevî, demokratî û dadmendiyê, pêk bên.'

*Hevpeyvîna me li ser hevdîtina ku Revêberiya Xweser di 19'ê Avrêlê de bi Wezîrê Berevaniya Swêdê Peter Holtqvist re bi rêya vîdeokonferansê bikar anîbûn berdewam kir. 

Di 19ê meha Avrêlê de bi awayê online û li ser vîdeokonferansê bi Wezîrê Berevaniya Swêdê Peter Holtqvist re civinek hate pêkanîn. Li gorê nûçeyên çapemeniyê, her du aliyan di vê civînê de qala berdewamiya operasyonên li dijî DAIŞ'ê, mijara kampan û pêşxsitina navçeyê kirin û her wiha piştevaniya li HSDê û Rêveberiya Xweser jî divê civînê de hate axaftin...

Belê rast e, em li ser mijarên ku hatine gotin axivîn û min nêrîn me di bersên berê de rave kiriye. Em dixwazin ku derbasî qonaxa çavvekirina li ser herêmên me bibin û li ser çareya kêşeyan kar bikin. Di vê xalê de, alîkariya civaka navdewletê û çavvekirina wî gelekî girîng e. Her wiha divê ew mijar bi awayekî ku alîkariya me bibe li pêş bikeve û bi taybet, nakokiyên kampên penaberan, zarok û jin û endamên DAÎŞ`ê, ev ji aliyekî, ji aliyê din jî piştgiriya ewlehî û aramiya herêmê û metirsiyên ku ji ber Tirkiyê û siyaseta wê.

Di vê civînê de behsa hewlên sivikkirina barê li ser milê HSD'ê li kampa Holê jî hat kirin. Her wiha, bi boneya vê civînê ve bang li welatên biyanî ji bo ku welatiyên xwe yên tevlî DAIŞ'ê bûbûn û niha li cem HSD'ê an girtî ne û an jî di kampan de ne, werbigirin hate kirin. Piştê vê civînê di qada navnetewî de li ser vê mijarê bûyerên çawa çêbûn? Dewletên navneteweyî çi bersiv dan vê mijarê?

Bi awayekî pratîk, hîna hin kar ji bo nakokiyên ku min ew anîne ziman ji aliyê civaka navdewletî ve, hin lawazbûn heye. Em dixwazin ku her kes tê bigihêje ku pirsgirêka DAÎŞ`ê, kamp, şerker, zarok û jin, kêşa tevahiya cîhanê ye û ne tenê kêşeya me ye û em dixwazin ku li gorî vê, tevger bê kirin.

Wezîrê Berevaniya Swêdê Peter Holtqvist jî di derbarê van mijaran de diyar kir ku di qada navneteweyî de Hevpeymaniya Navdewletî xebatên xwe bidomîne. Li ser vê yekê, piştê vê civînê dewleta Siwêdê li ser van mijaran di qada navneteweyî de vê pêvajoyê çawa birêvebir?

Di vir de, hûn dikarin pirsê ji aliyê Swedî bikin, ji ber ku ta niha me nêrînên wan ên ku tê de ram dibin nestendine, lê belê xuya ye û bi xêzên pehn em dikarin bibêjin ku Swêd dixwaze roleke positive bilîze û em jî wekî Rêveberiya Xweser piştgiriyê didin.

Dewleta Tirk wek her tim li ser vê civîna ku bi Wezîrê Berevaniya Swêdê Peter Holtqvist re hate pêk anîn bertekek tundî nîşan da, û dewleta Swêdê şermezar kir...

Projeyeke dagirkirinê û dabeşkirinê di Sûryê de li gel Tirkiyeyê heye û li dijî gelê me li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî binpêkirinê herî qirêj pêk tîne. Her wiha, dixwaze ku teror di Sûryê de bimîne û dixwaze ku projeya me ya demokratîk vala derxîne û fitneyê di nava pêkhateyê herêmê de biafirîne. Tişta ku ji Tirkiyeyê dertê û ji helwestên wê xuya dibe, van ramanên ku ew pê bawer e, derbirîn dikin. Ji bo vê jî ye, ji helwesta Tirkiyê matmayî namînin ji ber ku ew alîkariya çeteyan dike û kuştin, wêranbûn, koçberî û guhertina demografî di derheqê gelê me û herêmêm me de pêk tîne.

Gotin û bangek te ji bo dewletên navneteweyî û gelan heye?

Wekî ku min da xuyakirin, em dixwazin ku rola her kesî di pêkanîna ewlehî û aramiya heremê de hebe, her weha em dixwazin ku rêxistinên neteweyî û navdewletî derbarê binpêkirinên ku li Sûryê pêk tên û bi taybet ên ku ji aliyê Tirkiyeyê û çeteyên wê pêk tên, tev bigerin. Her weha em hêvîdar in ku cîhan tev bibîne ku DAÎŞ û hebûna Tirkiyeyê û alîkariya wê ji terorê re ye, a niha metirsiyê çê dike, û divê ku her kes bi giyanê berpirsyarî di derbarê vê yekê de tev bigere. Her wiha, em hêvîdar in ku cîhan li gorî biryara 2254`an alîkariya çareya siyasî bikin. Ku bigihêjin îareyekê da ku êşên Sûryê û gelê wê bi dawî bike û çareya demokratîk pêk bîne.