Rojnameya Kurdistan 123 salî ye

Yekem rojnameya kurdî Kurdistan, di 22’yê Nîsana 1898’an de li Qahîreya Misirê bi pêşengiya Mîqdat Mîthad Bedirxan dest bi weşana xwe kiriye. Bi giştî 31 hejmar der çûye. Weşana xwe bi zimanê kurdî û tirkiya osmanî kiriye.

Rêdûr Dîjle

Yekem rojnameya kurdî Kurdistan, di 22’yê Nîsana 1898’an de li Qahîreya Misirê bi pêşengiya Mîqdat Mîthad Bedirxan dest bi weşana xwe kiriye. Bi giştî 31 hejmar der çûye. Weşana xwe bi zimanê kurdî û tirkiya osmanî kiriye.

Kurdistan, rojnameyeke sirgûnê û rojnameyeke muxalif e. Bi her awayî bi sansur û qedexeyên rejîma Osmanî re rû bi rû maye. Ji ber rejîma Siltan Evdilhemîd û polîtîkaya wî ya hişk a li hemberî muxalifan, ji ber hafiye û ajanên wî, xwedanê wê neçar maye berê xwe bide navenda muxalifên wê demê Qahîreyê û vê navendê jê re bike war. Ev yek bixwe jî muxalifiya wê eyan dike û nîşan dide ku ketina wê ya nav sînorên Osmanî qedexe ye. Jixwe ji nameyên xwendevanan ên ji rojnameyê re şandine jî kifş dibe ku bê astengî û zextine çawa li ser wê hene û di şert û mercine çawa de derketiye.

Xwendevanên rojnameyê, di nameyên xwe de diyar dikin ku zabit û eskerên Osmanî, wexta rojnameyê bi wan re dibînin ji wan distînin û tahdeyê li wan dikin û wan digirin. Ji xeynî vê Evdilhemîd jî der barê wê de fermanekê derdixe. Di vê fermana xwe de dibêje, gava hecac ji Mekke û Medîneyê bên, wan baş sehî bikin, bila rojnameyê bi xwe re neynin.

Rojnameya Kurdistanê çendî ku bi tahde, sansur û qedexeyan re rû bi rû mabe jî, lê ji ya xwe daneketiye xwar û rêbera wê her heqîqet bûye. Ji bo rojnamegeriya kurdî bûye hîmeke xurt. Bûye mîrateyeke qewî. Ji lew re gava di sala 1908’an de atmsofera siyasî diguhere, gava zext û zorî, sansur û qedexe sist dibin, kesên sirgûnkirî yeko yeko vedigerin û kurd ji nû ve dikevin nav hin hewldanan. Ev hewldan, dibin sedema hin rojname û kovarên nû. Ev rojname û kovar, îlhamê ji wê mîrateya qewî digirin û li ser wê rêça ku rojnameya Kurdistanê vekiribû tevdigerin.Em ji bo 123’yemîn salvegera Rojnameya Kurdistanê bi çapdar û kedkarê rojnameya Rêya Teze Mirazê Cemal re axivîn. Çendî ku nexweş bû jî, lê ji ber ku mesele rojbûna rojnameya Kurdistanê bû, em neşikandin. Ewilî hinekî ma sekinî û bi dû re bişirî û dawiyê bi sewteke hestbar û zelal got, “Ew heyîna me ye. Ma em dikarin ji heyîna xwe re bêjin na” û daxwaza me qebûl kir.

Mirazê Cemal ku rojnameya Kurdistanê wekî “maka rojnamegeriya kurdî ye Kurdistan” pênase dike, dibêje: “Rojnameya Kurdistanê, di warê çapemeniyê de bandoreke pir xurt û pir mezin li ser fikir û ramana kurdî kiriye.”

Rojeke nû li Kurdistanê hilhat

Cemal ku bi awayekî fermî 23 sal in di rojnameya Rêya Teze de dixebite, destnîşan dike ku rojnameya Kurdistanê rojnameyeke dîrokî û pêngaveke pêşîn e di warê çapemeniyê de ji bo kurdan û dibêje: “Pêngava pêşîn bû. Eynî wekî rojeke nû li seranserê Kurdistanê, li ser axa Kurdistanê hilê. Ev, ji bo me serbilindî ye. Helbet di zarotî û xortaniya xwe de me der barê wê de hin tişt bihîstibûn, lê em ne wisa pir serwext bûn. Paşê her ku em serwext bûn, li ber dilê me hîn şîrîntir bû. Çimkî, bû hîm, bû rê ji bo gelek rojname û kovarên din.”

Cemal, bi lêv dike ku îro ro rojnamegeriya kurdî deyndarê rojnameya Kurdistanê ye, ji lew re di her tiştî de kevirê pêşîn pir girîng e û ew kevir dibe seba berdewamiyê û wêrekiyê. Cemal, diyar dike ku lewma dikare ji bo rojnameya Kurdistanê bibêje “maka rojnamevaniya kurdî ye” û dibêje: “Rojnameya Kurdistanê, kevirê pêşîn ê hîmê rojnamegeriya kurdî ye. Li dû wê bi dehan rojname û kovar derketin. Ez dikarim bibêjim, wekî gelek rojname û weşanên kurdî rojnameya me Rêya Teze jî deyndarê vê rojnameyê ye. Çendî ku Rêya Teze niha 91 salî ye û kal bûbe jî, lê hê jî zaroka rojnameya Kurdistanê ye û ji kaniya wê vexwariye.”

Xwedî rol û helwesteke hebûniyê

Cemal, destnîşan dike ku Kurdistan, di warê çapemeniyê de bandoreke pir xurt û mezin li kurdan, fikir û ramanên kurdî kiriye û ji ber vê rol û helwesta xwe ya ji bo hebûniyê û li dijî helandinê bi tahdeyên rejîma Osmanî re rû bi rû maye û dibêje: “Dewleta Tirkiyeyê gava Rêya Teze dest bi weşana xwe dike, bi çend salan bi rêyên dîplomatîk ji Sovyetê dixwaze Rêya Teze bigire, berbend bike. Yanî ew zext û zoriyên li ser Kurdistanê û yên berdewama wê hê jî didomin. Em dibînin bê îro li Tirkiyeyê çi tê serê zimanê kurdî, çi tê serê rojnamegerên kurd.”

‘Hîmê pêşîn baş hatiye danîn’

Cemal, bi lêv dike ji wê çaxê heya niha 123 sal derbas bûne û di ev qas salî de hovîtî û barbariya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî û rojnamegeriya kurdî neguheriye, lê rojnamegeriya kurdî gelek merhele derbas kirine û xwe qewîtir kiriye. Cemal dibêje: “Wê wextê jî rojname dihatin qedexekirin. Wê wextê jî rojnameger dihatin nefîkirin û girtin. Lê em niha jî dibînin rojname, televîzyonên kurdan dadidin, berbend dikin. Rojnamegerên kurd tên girtin û tên kuştin. Kîna wan ji wê wextê heya naka berdewam e, li hemberî rojnamegeriya kurdî. Lê kîna wan çi dibe bila bibe, ê nikaribin pêşî li ber vê bigirin. Çimkî kevirê pêşîn, hîmê pêşîn baş hatiye danîn û gelek tiştên pak û têkûz li ser vî kevirî hatine danîn. Ne mimkun e, bê rûxandin.”

‘Rêke teze vekir’

Her wiha Mirazê Cemal ku niha hem çapdar, hem nûçevan, hem nivîskar û hem jî belavkarê rojnameya Rêya Teze ye, ji bo Rêya Teze û armanca wê dibêje: “Sovyetê dixwest, bi rêya Rêya Teze îdeologiya komunistiyê li nav xebatkarên kurd belav bibe û ev bi ser ket. Rêya Teze hem di vî warî de hem jî di warê kurdayetiyê de bû neynik. Bû neynika kurdên Ermenistanê, kurdên seranserê Sovyetê. Bi rastî jî rêyeke şoreşgerî bû, di warê çanda kurdî de. Rêke teze vekir. Mesela ji te re bibêjim, tesîrek wê wisa çêbûbû; gava em zarok bûn, xwendin û nivîsandina me tune bû, lê dîsa jî çavê me li rêya wê bû. Gava post dihat Elegezê, em bi bazdan diçûn pêşiya postê. Wexta rojnameyê dida me, me lê dinêrî. Me bîn dikir. Çimkî bîna kurmancî jê dihat.”

Cemal, destnîşan dike ku rojnameya Rêya Teze kurd perwerde kirine û dibêje: “Mîna leşkerekî kurdan kontrol dikir. Hem dibistan bû, hem jî leşker bû. Her tişt bû. Zaroka rojnameya Kurdistan bû. Hevrêya Hawarê bû. Gava hin hejmarên Rêya Teze digihên Celadet Alî Bedirxan, ew jî di hejmara heştan a Hawarê de bi navê Herekol Azîzan ji bo Rêya Teze dibêje; ‘Rojnameke kurdmancî, bi herfên nû, bi kurdmanciyeke xwerû, li Rewanê, di şiklekî spehî û çeleng de derdikeve. Vê paşiyê çend hejmarên wê gihîştine destê me. Çavên me pê biruhn bûn, dilê me şa û geş bû. Kurdmancên Rewanê ji rojnamê pêve çend kitêb jî derêxistine. Me sê-çar roj mijûlahiya xwe bi wan kirin. Ji nav rûpelên wan ên taze û têr bêhna kulîlkên Çiyayê Elegezê, bayê zozanên Serhedan dihatin. Di nav resmên wan de şal û şapikê kurdmancî, xencer û piştxencera kal û kalikên me dihatin dîtin. Riya Teze wek navê xwe taze ye, nû ye, nûbar e…’ A ha bi rastî jî zaroka Kurdistanê Rêya Teze ev bû.

Mirazê Cemal kî ye?

Helbestvan, rojnameger û nivîskar Mirazê Cemal, di sala 1945’an de li gundê Rêya Teze (Qundexsaz) hatiye dinyayê. Malbata wî ji Mûşê çûye Dîgora Qersê û ji wir jî derbasî wî aliyê Çemê Arpaçayê ku milekî Çemê Erezê ye, gundê Rêya Teze bûye. Cemal, ewilî li dibistana gund, a li ser navê ronakbîrê kurd Emînê Evdal xwendiye û paşê çûye li dibistana gundê Elegezê xwendiye. Li Elegezê heya pola dehan xwendiye û ji vir jî çûye bajarê Gumuliyê. Li Gumuliyê bi ermenkî xwendiye û bi hejmara duduyan dibistanê kuta kiriye. Lê gava panzdeh salî bûye dê û bavên wî mirine û ji bêgavî dev ji dibistanê berdaye, ji bo xwişk û birayên xwe xwedî bike. Di zarokatiya xwe de dest bi nivîsandina helbestan kiriye û ji rojnameya Rêya Teze re gotar nivîsîne. Helbestên wî, wê wêxtê belav bûne û bûne stran û di dawet û şahiyan de hatine gotin. Gava dev ji dibistanê berdaye, eşq û hewesa wî ya ji bo xwendinê zêde bûye. Ji bo vê dibêje, “erê min wek kesên din têr dibistan nexwend, lê odeyên kurmanciyê bûn zankoya min.” Li van odeyan tev li şevbuhêrkan bûye û guh li çîrok, destan, helbestan û nîqaşên der barê dîrokê de kiriye. Heya niha gelek pirtûk û xebatên wî hatine weşandin. Vê dawiyê wî û Elîxanê Memê ji bo pola yekê heya pola diwazdehan pirtûk amade kirine ji bo dibistanên kurdî. Niha çapdar, nivîskar, nûçevan û belavkarê rojnameya Rêya Teze ye.

Çavkanî: Xwebûn


(Gotinên di nivîsên Quncên Azad de yên nivîskarê nivîsê bixwe ne. Ne hewce ye ku nivîskarên Guncên Azad polîtîkaya edîtorî ya Rojname Swêdê bicîh bîne)