Çira dilê kesan

Êşek veşartî bi tamek, bêhnek, dîtinek an jî bi dengek zuhûr dibe. Dema mirov bi awayek agahdarê êşê bû, agir bi hezar arînan xwe davêje dilê însan.

Fesih Yeler

Ne pirse, ew kî ye!

Çavê wê yê rastê bi du dilop hêstiran şil bû. Serê xwe ji ber şermên di kûrahiya mêjûyê bêxwedî li aliyê milê rastê quliband. Gelo ew wext çi dîmen ji nişkê ve li ber çavên wê derbas bû? Ne mimkûne ku em bizanibin. Wê negot. Min jî, bûyerê dirêj nekir û jê re wiha got,

-Serê xwe bilind bigre û li çavên min mêze bike.

Serê xwe bilind kir, lê belê dilopek din çavê wê ya çepê şil kir. Min dizanibû ev dilop dihat çi wateyê.

'Tu bi min hesiya. Ji pirran pirr, ji hindikan hindik diçe.  Ez welatiyê hindika me.'

De bêje insanê serbixwe, insanê bindest: Agir çawa bi dilê mirov dikeve?

Êşek veşartî bi tamek, bêhnek, dîtinek an jî bi dengek zuhûr dibe. Dema mirov bi awayek agahdarê êşê bû, agir bi hezar arînan xwe davêje dilê însan. De were, bikaribe xwe ji wan pêtên agir xelas bike! Wan hêstirên bêziman min ji vî welatê xerîbiyê hilda bir welatê lawikê dev biken, çav şîn û bejn zirav.

Ne pirsin, ew kî ye!

Ez ji welatê dûr,  xerîb derketim, û çûm welatê lawikê dev biken, çav şîn û bejn zirav. Min ew namzetê ciwantiyê, di jiyana xwe ya rojane de qet nedîtibû. Ez bi awayek heznî pê agahdar bibûm, û çibûm şîna wî û bavê wî.

Bav kedkarek hestdarbû, ji  lawikê xwe pirr hez dikir.Li kîja aliyê de biçûya ew lawik jî li rexê wî diket û pê re di wî aliyê de diçû.

Lawik jî, delalê dayika xwe ya ku bi bêrîkirina wî roj bi roj xemgîn, dilbikul dibe, dê bi wî şiklê jî bimîne.  Çav zeytûniya dayika xwe biçûk ma, û wan mal xiraban, bêrûmetan nehiştin mezin bibe. Ew jî, wek xelatek li pey xwe, du çavên wek gulberojkan hişt ji bo dayika kezeba xwe.

Feylozofê rojhilatê Halîl Cîbran wiha gotiye, "Eşa we, şikandina qalikê ku tê gihiştina we lê astengî çê dike, ye."

Li ser vî gotina watedar,  em êdî dikarin bipirsin; Gelo fêrbûn û têgihiştin, bê êş nabe? An jî, ma êş û kul, bitaybet para hinekên hilbijartî hatiye afirandin?

Çira Dilê Dayikek

Çira dile şitlek bi rê ket

Kena wextê li ser lêvan cûr bi cûr

Çira dilê şitlê dîsa bi rê ket

Carna jî mirov difetise di bin de

Lingên piçûk gavên mezin avêt

Pelên şîn vebûn

 

Çira dilê darek bi rê ket

Şitla ling piçûk, gav mezin bi rex ket

Çira dilê darê cardin bi rê ket

Wek hevî ya siba bê

Berê xwe dan rojê

Çira dilê dayikek bi çolê ket

( Sermawez-2015)

(Gotinên di nivîsên Quncên Azad de yên nivîskarê nivîsê bixwe ne. Ne hewce ye ku nivîskarên Guncên Azad polîtîkaya edîtorî ya Rojname Swêdê bicîh bîne)