Yek ji fîlmên yekem ên Kurdiya Kurmancî: “De Zwijgende Reiziger”

“De Xwijgende Reiziger” yek ji fîlmên yekem ên bi Kurdiya Kurmancî ye ku di sala 1994ê de ji aliyê derhênerê kurd Îbrahim Selman ve hatiye kişandin û li gor zemanê xwe fîlmekî serkeftî ye.

Rûmet Onur Kaya

“De Xwijgende Reiziger” yek ji fîlmên yekem ên bi Kurdiya Kurmancî ye ku di sala 1994ê de ji aliyê derhênerê kurd Îbrahim Selman ve hatiye kişandin û li gor zemanê xwe fîlmekî serkeftî ye.

Fîlm, piştî ku yekem fîlmê bi Kurdiya Kurmancî yê “Kilamek Ji Bo Beko” (1992) yê hunermend navdar ê kurd Nîzamettîn Ariç, hatiye kişandin. Haya kêm kesî jê fîlmê heye û li gor zemanê xwe fîlmekî serkeftî ye. Senaryoya fîlmê “De Zwijgende Reiziger” ji aliyê Hugo Heinen, Rolf Orthel, Îbrahim Selman ve hatiye nivîsîn. Di lîstikvanên fîlmê de; Bangin Abdulkadîr, Said Ali, Umet Alî, Walid Hadjî, Halîme Sadiq, Abdulkadir Yousif cih digirin û 92 deqe ye.

Derhênerê fîlmê Îbrahîm Selman (1952) ji xelkê bajarê Duhokê ye û ji sala 1972ê heta 1980ê li Bexdayê weke nivîskar, derhêner, derhênerê dîmenê, lîstikvan û pêşkêşker xebitî. Selman di sala 1981ê de li Holendayê bi cih bû û li vir hin produksiyonên lîstikên şanoyê nivîsandin û bi rêve birin. Îbrahîm Selam di gelek projeyên fîlman de cih girtiye, fîlmên wî di çarçoveya festîvalên fîlman ên navneteweyî de hatine nîşandayîn û gelek pirtûk nivîsandin. Derhêner, herî dawî belgefîlmeke nû ya bi navê “A Letter to My Dad’ -‘Namek bo Baboy’ (39 deqe) kişandiye û li ser belgefîlma nû îsal li çarçoveya 12’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Gerdûnî hevpeyvîneke hatibû li darxistin. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê îsal di navbera dîrokên 16-27ê meha Avrêlê de, bi navê “Festîvala Fîlmên Kurdî ya Global” weke online derket li pêşberî temaşevanên sînemayê.

Lînka fîlmê “De Xwijgende Reiziger”:

A silent Travelle from Ibrahim Selman on Vimeo.


Çavkanî:

http://www.ibrahimselman.nl/
https://m.imdb.com/title/tt0111851/
https://www.filmfestival.nl/archief/de-zwijgende-reiziger/
https://www.globalkurdishfilmfestival.com/film/qanda-ibrahim-selman-a-letter-to-my-dad/