Hunermend Rojda ji bo Deniz Poyraz stranek stira

Hunermenda navdar Rojda ji bo endamê HDP'ê Deniz Poyraz ê ku di 17'ê Hezîranê de li avahiya HDP ya Îzmîrê hate qetilkirin, stranek stira û li ser kanala xwe ya youtubeyê weşand. 

Rojname Swêd - Hunermenda navdar Rojda ji bo endamê HDP'ê Deniz Poyraz ê ku di 17'ê Hezîranê de li avahiya HDP ya Îzmîrê hate qetilkirin, stranek stira û li ser kanala xwe ya youtubeyê weşand. 

Rojda, li ser hesabê xwe ya twîttirê strana bi navê 'Deniza Me' parve kir û anî ziman ku vê stran ji bo Deniz Poyraz stira ye. Her wiha, Roja di vê peyama xwe de diryar kir ku ev stran ji bo mirovên ku dilê wan ji bo Deniz lêdide ye jî û got: "Ev strana ku ez ji bo Deniz distirêm, bila ji bo hemû mirovên bedew ên ku dilê wan ji bo Denîz lêdide re be." 

'Ev çîroka gelê me ye'

Piştê waşandina stranê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî li ser hesabê xwe yê twîttirê lînka stranê bi peyamek ve pêşkeş kir. 

HDP di vê peyama xwe de anî ziman ku hunermenda navdar Rojda, çîroka Deniz ê ku li Îzmîrê hatiye qetilkirin bi deng û awaza xwe vegotiye.

HDP, "Hunermenda navdar Rojda, çîroka Deniza me ya ku li Îzmîrê bi bêbextî hate kuştin bi deng û awaza xwe vegot. Ev çîroka gelê me ye, lê em ê vê zilmê û bêbextiyê teqez biguherînin."

 

Öne çıkan haberler!