Hejmara 5emîn a Kovara Çandname derket

Hejmara 5emîn a Kovara Çandname bi naverokek têr û tije ve derket. Di naveroka vê hejmara Kovara Çandname de gelek nivîskarên kurd bi hevpeyvîn û nivîsên xwe ve cih digirên.

Rojname Swêd - Hejmara 5emîn a Kovara Çandname bi naverokek têr û tije ve derket. Di naveroka vê hejmara Kovara Çandname de gelek nivîskarên kurd bi hevpeyvîn û nivîsên xwe ve cih digirên.

Editoriya Çandnameyê bi boneya vê hêjmarê ve meha remezanê û cejna mislimanan, 1ê Gulanê Cejna Karkeran li hemû xwedî kedan û 15ê Gulanê cejna Zimanê Kurdî li hemû kurdan pîroz kir. 

Naveroka 5emîn a Kovara Çandname wiha ye:

  • Kovara Çandname bi Hevpeyvîna Rexnegirê Edebiyata Kurdî: Lokman Polat,
  • Mela Mihyedîn bi hevpeyvîna Bijişkekî Dildarê Çanda Xwe: Dr. Eser Çetîn,
  • Mustafa Rêzan bi nivîsa Rêbaza Fêrkirinê Ya Xanima Maria Montessorî,
  • Fzt. Mustafa Önal bi nivîsa Piştî Vegirtina Koronavîrusê Rewşa Tenduristîya Laş,
  • Kovara Çandname bi hevpeyvîna Evîndarekî Zimanê Kurdî: Firat Cewerî,
  • Qudbettîn Kerboranî bi nivîsa Lîstikên Herêma Kerboranê An Lîstikên Herêma Torê,
  • Fewziyê Endezyar bi nivîsa Damezirandina Yekemîn Radyoya Kurdî,
  • Mihemmed Çavkesk bi nivîsa Gelo Jibîrkirin Çi Wextî Dest Pê Dike?,
  • Rojbîn Ozkan bi nivîsa Çîrûskên Evînê,
  • Paşa Amedî bi nivîsa Ya Ji Bo Xwedê Min Zikir Bikira,
  • Yusuf Agah bi nivîsa Şîroveya Helbestên Ehmedê Xanî,
  • Zîwer Îlhan bi nivîsa Kurdopiya Îslamopya û Nîntopya,
  • Ersîn Tek bi nivîsa Çend Gotin Li Ser Zanistê,
  • Dilazad ART bi xebata Kronolojîyeke Rewşenbîrî Û Têkçûyî,
  • Kovara Çandname bi Lîsteya Pirtûkên Zarok û Nûciwanan,
  • Faik OCAL bi nivîsa Her Xalî Bi Çîroka Xwe Ve Dihat, Bi Çîroka Xwe Ve Diçû

 

Ji bo PDF ya Hejmara 5emîn a Kovara Çandname Lînkê Bitikînin

Öne çıkan haberler!