Dengbêj Îsmaîl Çigrim: 'Dengbêj dimirin lê dengbêjî nemir e'
'Dengbêjî ji bo min antîbiyotîk e. Serê min bêşê ez li ser serê xwe dibêjim, êşa min derbas dibe, çokên min biêşin ez li ser wan bibêjim derbas dibe.'
Rojname Swêd - Di nav jiyana kurda de dengbêjî di aliyek de wek çand û hûner, di aliyek de jî wek tomarkirina dîrokê cih hildaye. Gelê kurd li ku derê an ser kêjan axê jiyanê li darxistine; li wir bêhna jiyanê li ser dengbêjiyê hatiye bangkirin. Ji Feqiyê Teyran heya Evdalê Zeynikê û heya Şakiro, ji Meryem Xan, Eyşe Şan heya Sûsika Simo...
Îro jî dengbêjî li heremên kurda li ser dil û zimanê kal û pîr, mêr û jin, law û qîz û ciwanên kurda dijî. Ji van ciwanan yek jî dengbêj Îsmaîl Çigrim e. Edîtoriya beşa çandê ya rojname Xwebûn bi Îsmaîl Çigrim re hevpeyvînek li darxist û li ser malpêra rojname Xwebûn pêşkeş kir.
Min bi dengê xwe yê nexweş dest bi dengbêjiyê kir
Îsmaîl Çigrim 18 salî ye û li gundê Dêrika Ewranê ya navçeya Gimgimê ku bi bajarê Mûşê ve girêdayî ye, ji dayik bûye. Îsmaîl tîne ziman ku ji 14 saliya xwe vir ve dest bi dengbêjiyê kiriye, û behsa rêwitiya xwe ya dengbêjiyê dike.
“Berê dengê min nexweş bû, gava min stranekê, kilamekê digot, yên derdora min ji min direviyan. Min di telefonekê de dengê Şakiro seh kir, pir kêfa min ji dengê wî re hat. Ez rabûm, min bi dengê xwe yê nexweş dest bi dengbêjiyê kir. Hema hema. Carekê ez çûbûm Diyarbekirê, ser ziyareta Hz. Silêman. Min li wir dua kir û got ‘ya rebî tu dengekî wisa bidî min bira tenê li dengbêjiyê were, li kilamên din neyê jî dibe’. Piştî wextan min dît ku li dengê min êdî tê guhdarkîrin, tê ecibandin. Kêfa miletê ji dengê min re dihat êdî. Vê jî qewetek da min.”
Dengbêjî antîbîyotîk e
Li ser hev hate diyarkirin ku Îsmaîl li ber destê kesî fêrî dengbêjiyê nebûye, ya wî behremendî û şiyaneke xwezayî ye, û Îsmaîl wateya dengbêjiyê ji bo xwe wiha nirxand.
“Dengbêjî ji bo min antîbiyotîk e. Serê min bêşê ez li ser serê xwe dibêjim, êşa min derbas dibe, çokên min biêşin ez li ser wan bibêjim derbas dibe. Her kesek ji bo ku bêhna wan bê ber wan, aram bibin tiştên cuda dikin, ez jî dengbêjiyê dikim. Dengbêjiya min bertekek e. Ez dixwazim bi dengbêjiyê serî rakim. Lewra dengbêjî nîşaneya herî xurt ya hebûna min e. Ew sînorê cîhana min xêz dike. Ez dibêm qey, li cîhanê gelek kes hene ku qet guh nedane dengbêjiyê, ez dixwazim vî dengî, vê awazê û van çîrokan li nav miletan, li nav her kesî bigerînim, belav bikim. Ku ji destê min bihata minê hoparlor bi cîhanê ve bikira û min ê dengbêjiyê bi her kesî bida guhdarîkirin.”
Dengbêj dimirin lê dengbêjî nemir e
Dengbê Îsmaîl li ser karê dengbêjiyê, xwedîderketina dengbêjiyê û bi kar anîna dengbêjiyê jî ramanên xwe wiha anî ziman.
“Dengbêjî ne karê kalan tenê ye. Ne karê mêran tenê ye. Ciwanek, jinek jî dikarin dengbêjiyê pir serkeftî bikin. Tu kes bi cil û bergê xwe, bi rû û rûçikê xwe kilaman nabêje, bi zar û ziman û hestên xwe dibêje.”
“Çawa ku ji bo stranbêjan konser tên dayîn, bila ji bo dengbêjan jî konser bên çêkirin. Bila miletê me ji bo wan tiştinan ava bikin. Bi mala dengbêjan tenê nabe. Ez naxwazim dengbêjî wekî çandeke kevn di nav me da bimîne, yanî bila nebêjin dengbêjî di berê de maye. Dengbejî ne kalê me û bavê me ye ku dema ew mirin, em jî bibêjin wele ji holê rabûn û çûn. Dengbêj dimirin lê dengbêjî nemir e, tu carî derbas nabe. Ji ber ku qîmet nadinê û guhdar nakin dengbêjên nû jî dernakevin.”
“Di dengbêjiyê de tiştê girîng ne sewt e, gotin e. Di dengbêjiyê de divê meriv ji deng bêtir guh bide gotinan. Lewra dengbêjî beriya her tiştî çîrokekê dibêje. Piştî te meqam zeft kir, êdî gotin te dikşîne nav xwe. Di stranên din de tenê milet guhê xwe dide deng. Ser meselê, hin kes hene bêyî ku ziman bizanibin, li stranên biyanî guhdarî dikin, distrên. Lê binihêre, ji naverokê, çîrokê bêhtir, deng xwe dide guhdarkirin.”
Îsmaîl di derheqê mişarên kilamên xwe de jî wiha got: “Ez zêde li ser evînê nanivîsim, kilamên min bi piranî li ser şer û şînê ne. Van salên dawîn min kilamek jî li ser Efrînê çêkir.”
Jin li gorî mêran kûrtir dijîn
Îsmaîl di derheqê têkiliya dengbêjên jin û mêr de li ser dengbêjiyê wiha got: “Mirov dema kilamekê bi dengê jinekê bibêje çêtir e, lewra hest li ba wan xurtir e. Jin li gorî mêran kûrtir dijîn. Xem, bextewarî û kelecaniya wan kûrtir e. Em mêr zêde tev li jiyanê nabin. Bi vê yekê re, em mêr radibin vê tiştê jî ji jinan didizin. Ew hunerekê dikin, hildiberînin lê ji ber ku berhemên wan ji yên me kûrtir û tîrtir in, em radibin wê tiştê jî ji wan didizin. Wekî gelek tiştî, me ev tişt jî ji wan standiye.”
Îsmaîl, ji bo dengbêjên wekî xwe ciwan wiha dibêje: “Berê dengbêjan diavêt ber hev. Zemanê berê ev lec û reqabet pir xweş bûn. Lê niha em bi endîşe û bi teherekî din lê nêzîk dibin. Ez naxwazim ku ev reqabet me ji hev dûr bixe. Divê em jî bikaribin bi berdewamî dîwanên xwe deynin.”
Çavkanî: Xwebûn