"/>

Beşa 9emîn ya rêzefîlma Îşev (Biryar) derket

Îro di hesabê rêzefîlma Îşev ya li ser medya civakî de hate ragihandin ku rêzefîlma Îşev bi beşa 9emîn (Biryar) ve sezona xwe ya duyem ji bo temaşevanên xwe da destpêkirin. 

 

Rojname Swêd - Rêzefîlma Îşev li ser hesabên xwe yên medya civakî ragihand ku beşa 9emîn li ser qanala Denoozer72 ya youtubeyê ji bo temaşevanên xwe amade ye. 

Sezona yekem ya rêzefîlma Îşev heya beşa 8emîn (Dawet) berdewam kir û sezon hate girtin. Piştê fînala sezona yekem koma rêzefîlmê diyar kir ku di hêla aboriyê de tengasiyan dikişînin û ji bo domandina rêzefîlmê kampanyayek piştgiriyê dan destpêkirin. 

Îro di hesabê rêzefîlma Îşev ya li ser medya civakî de hate ragihandin ku rêzefîlma Îşev bi beşa 9emîn (Biryar) ve sezona xwe ya duyem ji bo temaşevanên xwe da destpêkirin.