Li kolanên Qamişlo şewba korona û hunera balevana Kurd Nazik Elî

Balevana Kurd Nazik Elî şewba koronayê weke keysek hilda dest û hunera xwe li kolanên Qamişlo pêşkeş kir.

Rojname Swêd - Balevana Kurd Nazik Elî, şewba koronayê weke keysek hilda dest û hunera xwe li kolanên Qamişlo pêşkeş kir.


Weke her derê cihanê bi zêdebûn û belavbûna şewba Covîd-19ê ve kolanên Qamişlo jî qedexeya çûn û hatinê ya giştî hate ragihandin. Li ser vê yekê ji bo rê li pêşiya zêdebûn û belavbûna vîrûsa korona were girtin rêveberiya Qamişlo gelek pişgiran hilda, û ji van pêşgiran yek jî qedexekirina kolana ye. 


ji ber vê yekê bi valabûna kolanan ve balevanê Kurd Nazik Elî jî vê krîza şewbê ji hunera xwe re kir keysek û hunera xwe li kolanên Qamişlo pêşkeş kir. Li ser medya civakî hate ragihandin ku ev wênyên balevan Nazik Elî ji hêla wênekêş Delil Suleiman/AFP hatî kişandin.


*Heya niha gelek wêneyên Delil Suleiman li ser AFPê hatî weşandin.


 

Öne çıkan haberler!