Îstîxbarata Swêdê: Te pirtûkên A. Ocalan xwendine, tu wî weke serokê xwe dibînî?

Afîf Gultekîn: Pirsên SÄPO ku ji min pirsîn:

Nêrîna te derbarê PKKê de çiye?

Tu PKK wek rexistbûneke Terorîst dibînî an na?

Li Tîrkiye tekiliyên te bi PKKê re çebûn, te qet bi gerîla re hevdîtin pêk anî?

Tekiliyên HDP û PKKê bihev re hene an na, çi cudahiya PKK û HDPê ji hev heye?

Te pirtûkên A. Ocalan xwendine, tu wî weke serokê xwe dibînî?

Te gotiye ez YPG wek terorîst nabînîm, ji bo çi YPG ne terorîste, çi cudahiya YPG û PKKê ji hev heye?

Rojname Swêd - Li Swêdê di derbarê penaberên kurd de biryarên dersînorî kirin roj bi roj zê de dibin. Di her nûçeyên ku li ser vê yekê tên amadekirin de tê xuyayê ku ev biyarên dersînorî kirin li gorê raporên îstîxbarata Swêdê (SÄPO) tên amadekir, û Afîf Gultekîn jî ji van kesan yek e. 

Afîf Gultekîn li ser vê sedemê di derbarê biyara dersînorî kirina xwe de ji Rojname Swêd re vê nameya ku em li jêrê dixweşînin şand. Li gorê vê nameyê SÄPO weke MÎTê dixebite û ji penaberên kurd pirsên MÎT'ê dipirse. 

Nameya penaberê kurd Afîf Gultekîn

'Ez Afîf Gultekîn di sala 1989an de li Mêrdînê ji dayik bûme. Ez dixwazim derbarê rewşa penabertiya xwe de hinek agahiya bidim çapemeniyê, lê bi kurtasî berê pêşiyê ez ê çend buyêren borî ên dema ku ez li Tirkiyeyê bûm, bînim ziman ku ev rewşa min bi awayek zelal were fem kirin.

Ger mirov Kurd û Kurdîstanî be, jiyan û dijîn gelek zor dibe. Li Tîrkiyê ez diçûm dibistana navîn (lîsê), ez 17 salî bûm hatim binçavkirin, û min derxistin dadgehê, bi tewana (sucê) endamê terorê hatim girtin. Lê min di wî temenî de nizanî bû endamtî û teroritî jî çi ye, bes min zanî bû ku ez Kurdim. Ez 2 sal û 5 meh bi awayê girtî hatim darizandin. Di vê demê de di warê derûnî (pskoloji) de şikestinek mezin bi min re çêbû. Piştî 2 sal û niv ez ku girtî hatim darizandin ji ber bertekên qada navnetewî ya (Ewrûpa) hwd. Û hatim berdan (Ê ku di wê demê de bi temenê zarokatî hatibûn girtin hatin berdan, yek ji wan jî ez bûm). Ji ber şert û mercên girtigehê yên nebaş, nêzî 2 salan min dermankirina derûnî dît. Ji wê dozê piştî 14 salan, niha dadgehê 6 sal û 5 meh ceza li min birîye û şandiyê dadgeha bilind.

Sala 2012'an bi fermî ez di Partiya Aşitî û Demokrasî (BDP) de tevlî nava siyasetê bûm, û bûm cîgerê hevserokê navçiyayê Stewrê ya Mêrdînê. Partiya me sala 2014 de navê xwe guhert û bû Partiya Heremên Demokratik (DBP). Di 7'ê Hazîranê sala 2015'an de, bi navê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) em ketin hilbijartinên parlementeriyê. Di hilbijartinê de wek HDPê me %13,12 deng girt, û me 80ê parlementer  bidestxist û di Tîrkiyê de em bûn partiya seyemîn ya mezin.

Devleta faşîst a Tîrkiyeyê li hemberî serkeftina Kurdan matmayî ma û vê rewşê qebûl nekir û ket nava planên xapînok, gemar û qirêj. Li hemberî siyasetmendarên Kurd piştî hilbijartinê bi 2 hefteyan, di bin navê terorê Operasyonên Qirkirina sîyasî dan destpêkirin, û dewletê xwast ku rêxistina kurdan hilweşîn e, û bingeha rêxistbûna civaka Kurdan li kurdistanê ji holê rake. Her wiha, li hemberi tevgera siyasî a Kurd ev oparasyon dan destpêkirin. Armanca wê; bingeha partiya Kurd a siyasî HDPê bû û ku HDP tune bike. Bi sedan, siyastmedar, rêveber, şaredar, rewşenbîr, rojnamevan, parêzer û kîjan mirovê ku karîbû li ser navê kurdan gotinekê bibêje dest bigirtina wan kirin. Gelek ji wan sîyasetmendarên Kurd hatin girtin û gelek jî koçber bûn.

Di wê pevajoyê de haya niha çend ku parlamenter, rewşnbîr û şaradar, rêveberên ku ji aliyê gel ve bi hilbijartinê hatine hilbijartin, hatin girtin û bi dehan saziyên Kurd yên sîvîl hatin girtin û bi sedan ciwanên Kurd jî hatin kuştin. Di despêka wê pevajoyê de yan ez ê bihata ma kuştin yan jî girtin. Ez li welatê xwe ketim bin koteka zordestiyê, ez neçar mam ji welatê xwe koçber bikim.

Ez di 25'ê Tebaxê a 2015an de hatim Swêd, û wek siyasetmendarekî Kurd min serî li Desteya Koçberiyê ya Malmö da. Piştî 4 sal û 9 meh di derbarî min de biryara neyînî hate dayîn. Desteya Koçberiyê ji min re got; me despekê te wek penaberekî runîştina te pejirand, lê ji ber xwasteka Polîsê Ewlehiyê (SÄPO), me runiştina te vekişand, û me biryara derveyî sinor û 10 salan qedexebûna vîzaya Schengen di derbara te de, da.

Ez dixwazim balê bikşinîm ser nezîkbûna îstîxbarata Swêdê (SÄPO) li hemberî Kurdan:

Berî ku Desteya Koçbêriyê bi salekê di derbarê min de biryara xwe bide. Rojek ji (Säpo) nameyek ji min re hat. Ji min re wextek şandibûn, dixwestin bi min re hevdîtinekê pêk bînin. Di serî de min fem nekir ku ji bo çi ye. Dema wextê min hat ez çûm hevdîtinê, min fem kir ku Desteya Koçbêriyê dosya min ji bo lêkolînê şandiye (SÄPO).

Dest bi lêpirsîna min kirin nezîki 2 seatan. Dema min pirsên wan guhdar dikirin polîsên Tirk dihatin bîra min. Ji ber ku tu cudahiya pirsên wan û pirsên polîsên Tirkiye ji hev tune bû. Ez fikirîm û min got; gelo (Säpo) bi polîsê Tîrkiyê re hevkarî dike?

Pirsên SÄPO ku ji min pirsîn:

Nêrîna te derbarê PKKê de çiye?

Tu PKK wek rexistbûneke Terorîst dibînî an na?

Li Tîrkiye tekiliyên te bi PKKê re çebûn, te qet bi gerîla re hevdîtin pêk anî?

Tekiliyên HDP û PKKê bihev re hene an na, çi cudahiya PKK û HDPê ji hev heye?

Te pirtûkên A. Ocalan xwendine, tu wî weke serokê xwe dibînî?

Te gotiye ez YPG wek terorîst nabînîm, ji bo çi YPG ne terorîste, çi cudahiya YPG û PKKê ji hev heye?

Tu li vê derê tevlî çalakiyên Kurdan dibî an na?

Tu çend caran tev li çalakiyan buyî?

Ki biryaran van aktivîtan dide?

Tu bi kî re hevaltiyê dikî, tu kanî agahiyên wan bidî me?

Tu sosyal medya bi kartênî tu kanî agahîyên xwe bîdî me hwd?

Li Swêdê berpîrsiyariyeke te heye an na?

Ez li hemberî pirsên (SÄPO!) û nezîkbûna wan matmayî mam û gelek xemgîn bûm. Pîştî lêpirsîna SÄPO, bi 4 mehan Desteya Koçbêriye bang li min kir, ji min re gotin:

- (SÄPO) gotiye ev kes Mirovên ku bi wan re hevaltiyê dike mirovên tahlûke ne.

-Xebatên ku li vir jî dimeşîne, ji bo ewlihaya Swêd tahlûke ye.

-Ev kes ji bo peşeroja Swêd tahlûke ye!

- Ji bo vê em dixwazin hûn biryara red bidin vîya û li derveyî sinor bikin.

Mîrovên ku ez bi wan re hevaltiyê dikim, hem welatiyên Swêd in û 20-30 salên ku li Swêd jiyan dikin û heta niha min nebihîstiye derbarê wan de lêpirsinek hatiye vekirin. Ger ewana tiştên bêzagonî dikin! çima derbarî wan de lêpirsinek tune? Meş û çalakiyên Kurdan ên li Swêdê tev jî ji polîsan bi fermî destûr girtine, û bi vê awayê hatine pêk anîn. Ger ev çalakiyên Kurdan qedexe bûna an jî îlegal bûna, çima polîs destûr dida wa çalakiyan?

Ew, min wek mirovekî sûcdar dibînin û ji bo pêşeroja Swêdê wek tahlûke dibîne. Lê ez nizanim ji bo çi min ji bo ewlehiya Swêd tahlûke dibinin? Min bi çi tiştan sûcdar dikin, lê belê ji min re nabêjin sucê te çî ye, û mafên ku ez fehm bikim jî, nadin min.

Daxwaza min ji (Säpo) tiştên ku min pê sûcdar dibîne, ji min re vekirî bibeje. Ez ne mirovekî tahlûke me, ez mîrovekî azad û demokrat im. Min hemû tekoşîna xwe ya di nava jiyanê de; ji bo demokrasî, azadî û ewlehiya mîrovatiye da ye. Em gelê Kurd, me cîhan ji tahlûkê xelas kir û ji bo ewlehiya mirovatiyê, me gelek can dan. Swêd ji bo ewlehiya xwe deyndarê Kurda ye. Em Kurd ji bo ewlehiya Swêd, ne tahlûkene. Bila (Säpo) derbarê me Kurdan de li gorî zagonên Swêdê biryaran bide, ne li gorî zagonên Tirkiyê. Ji ber ku Tîrkiye hebûn û ewlehiya welate xwe li ser tunebûna Kurdan dibîne û Kurdan tune hesap dike û Kurdên mafxwaz jî wek terorîst dibîne. Li gorî zagonên Swêdê, mirov dikare ramanên xwe bi awayê azad bîne ziman û tevlibûna çalakiyan jî ne suç e, û ji sedî sed maf e. Tîrkiye daxwazên Kurdan yên mafî weke teror dibîne, gelo (Säpo) jî di aynê fikrê de ye?

Ev 5 sal û 5 meh in, ez li Swêdê jiyan dikim. Di nava vê demê de, min tiştekî li derveyî zagonên Swêdê nekiriye. Ji roja ku ez hatime Swêd û heya niha navnîşana min diyar e, cihê ku lê kar dikim diyar e û dibistana ku ez diçime jî diyar e. Hemû jiyana min li ber çav e. Ji wexta ku ez hatime Swêdê heya niha hemû dema min di navbera kar û dibîstanê de derbas bû ye. Ez her sibeh diçim dibistanê heya nîvro, piştî nîvro diçim kar heya şevê. Bila (Säpo) pirsa min ji Mamosteyên min li dibistanê û ji mûşteriyên li cihê karê min bike. Ne ku ji (MIT)ê û Turkiyê bike.

Min digot Swêd welatekî demokrat e wê mafê min biparêze û min radestî dewleta faşîsta Tîrkiye neke. Ji ber vê sedemê ez hati Swêdê. Hevî û baweriyen min ji Swêd ev bûn. Lê mixabin ev biryarbûn û ev nêzîkbûn, wê ziyaneka mezin bide nirxên dad û adalet û demokrasiya Swêdê. Ger ku min radestî Tîrkiyê bikin wê tahdayêka ji derveyê mirovayetiyê li min bê kirin, wê îşkence li min bê kirin, û dibe ku ez bêm kuştin. Li Tîrkiye di derbarê min de 11 doz hatine vekirin, û berê 2 mehên ewil dozeka din jî di derbarî min de vekirin. Li ser vê yekê jiyana min gelek di xeteriyê de ye. Ev biryareka bêmafî (beadaletî) ye, ger ev biryar neyê guhertin ez ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (AİHM) bidim.

Banga min ji saziyên Swêdê û Ewrûpa re yên ku dibejin: "Em mafên mirovan diparêzin, bila li hemberî van biryarên ku di derbarê Kurdan de tên dayîn, bêdeng nemînin û li Kurdan xwedî derkvin...!

Banga min ji bo çapemeniya Swêd heye ku dengê me bigihînin û bibin deng ji me re...'

Afif Gültekin: 'Aldığım oturumu İsveç İstihbaratı iptal ettirdi'

Öne çıkan haberler!