Xwebûn bi bernameyên nû yên dijîtal ve xwe nû dike

Rojnameya Xwebûn a ku bi awayekî heftane ev du sal in weşanê dike, ragihand ku di 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de, dê weşana xwe ya dijital xurt bike û dest bi weşandina bernameyên bidîmen bike.

Rojname Swêd - Rojnameya Xwebûn a ku bi awayekî hefatene ev du sal in weşanê dike, ragihand ku di 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de, dê weşana xwe ya dijital xurt bike û dest bi weşandina bernameyên bidîmen bike.
 
Li ser malpêra Rojname Xwebûn hate diyarkirin ku di 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de rojnameyê weşana xwe ya dijital bi bernameyên cûr bi cûr yên bidîmen ve pêşkeş bike û di vê warê de weşana xwe ya nivîskî jî berdewam bike. Hate ragihandin rojnameyê bernameyên xwe yên bidîmen di mijarên jin, çand û huner, aborî, siyasî, ziman û dîrokê de amade bike û li ser hesabên xwe yên medya dijital biweşîne.  
 
Navên bernameyên ku ji hêla rojnameyê ve hatine amekirin û mijarên wan wiha ne;
 
  • Civana Jinan – Jin
  • Bêjing –  Çand
  • Piyase – Aborî
  • Hurgilî – Analîz
  • Rêze Dersên Kurmancî – Ziman
  • Dîroka Kurdistanê – Dîrok
  • Podcast 
 
'Projeyên bi vî rengî li pêşiya Xwebûnê hebûn'
 
Edîtorê rojnameyê Zekî Erden, di derheqê vê xebata rojnameyê de ji Ajansa Mezopotamyayê Eylem Akdag re axivî. Erden, diyar kir ku di şert û mercên îro de tenê weşana nivîskî kêm dimîne û wiha got: “Belê em bi nivîsê xweş tînin ziman lê ev pêdiviya civaka kurd û Kurdistanê bi giştî nabersivîne. Ji ber vê yekê dema ku Xwebûnê bi dest weşanê kir jî projeyên bi vî rengî li pêşiya Xwebûnê hebûn. Di 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de em ê vê projeya xwe bikin meriyetê û li ser hemû platformên dijîtal dest bi weşaneke nû bikin.”
 
Li ser bernameyan
 
Erden, got ku weke rojname di xurtkirina dijîtalbûnê de dereng mane û wiha qala naveroka weşana wan a dijital ku bê xurtkirin kir: “Di xebatên me yên nû de, ji bo mijarên jinan em ê bernameya “Civana Jinan”, ji bo nirxandina geşedanên li Kurdistanê bernameya “Hurgilî”, ji bo mijarên çand û hunerê bernameya “Bêjing”, ji bo mijarên aboriyê jî bernameya “Piyase” amade bikin.  Li gel vana em ê bi navê “Rêze Dersên Kurmancî” û “Dîroka Kurdistanê” jî li ser ziman û dîrokê bername amade bikin. ji bo xurkirinê em ê podcastên xwe jî nû bikin.”
 
'Em ê giraniya xwe bidin weşana dijîtal'
 
Di dawiyê de jî Erden, da zanîn ku wê weşana xwe ya kaxiz a heftane bidomînin û ev bang kir: “Em ê giraniya xwe bidin weşana dijîtal. Em daxwaz dikin ku çapameniya kurd û çapemeniya din jî me bişopîne. Ji bo ku em zêdetir bên şopandin û dîtin em banga piştevaniyê dikin.”

Öne çıkan haberler!