Tomarên Newroza 1984an ya li Parîsê hate weşandin

Di Newroza Parîsê ya 1984an de Yilmaz Guney jî bi daxuyana xwe ya bîrawer ve Newrozê pîroz dike. Tevahiya axaftina Yilmaz Gunay ya bîrawer di van tomarên Newrozê de tê weşandin.

Rojname Swêd - Hemî tomarên pîrozbahiya Newrozê ya sala 1984an ku ji hêla Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ve li paytexta Fransayê hatibû organîzekirin, li ser youtubeyê hate weşandin, û di pîrozahiya Newroza Parîsê de gelek hunermedên Kurd cih hildidin.

Ji Ciwan Haco û heya Şiwan Perwer gelek hunermendên Kurd berhemên  xwe ên navdar di vê Newrozê de pêşkeş dikin.

Di Newroza Parîsê ya 1984an de Yilmaz Guney jî bi daxuyana xwe ya bîrawer ve Newrozê pîroz dike. Tevahiya axaftina Yilmaz Gunay ya bîrawer di van tomarên Newrozê de tê weşandin.

Hemî tomarên Newroza 1984an ya li Parîsê; li ser qanala youtubeyê ya Arşîva Hasan Deniz hate weşandin.

Hûn dikarin ji lînka jêrê tevahiya Newroza Parîsê ya 1984an temaşe bikin.