Polîsan li Ferît Şenyaşar dan, û binçav kirin

Li ser lê dana polîsan Ferît Şenyaşar xeriqî, û rakirin nexweşxaneyê. Hate diyarkirin ku Ferît Şenyaşar niha li Nexweşxaneya Akif İnan tê derman kirin.

Rojname Swêd - Li ser hesaba medyaya civakî ya malbata Şenyaşar hate ragihandin ku Ferît Şenyaşar îro ji hêla polîsan ve bi lê danê hatiye binçavkirin.

Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar ev 24 sê roj in li ber Dadgeha Rihayê bi daxwaza ‘Edaletê’ nobetê digirên. Wekî her roj malbat dîsa vê sibê hate ber Dadgeha Rihayê, lê polîsan xwast ku Ferît Şenyaşar binçav bikin. Ji ber vê yekê polîsan li Ferît Şenyaşar dan û binçav kirin.

Li ser lê dana polîsan Ferît Şenyaşar xeriqî, û rakirin nexweşxaneyê. Hate diyarkirin ku Ferît Şenyaşar niha li Nexweşxaneya Akif İnan tê dermankirin.

Di nav van 24 rojan de malbata Şenyaşar tevê vê çar caran hate binçavkirin.

Öne çıkan haberler!