Peymana Stenbolê û Biryara Yek Zilamî
"Di derbarê jiyana xwe de em biryaran didin! Em nahêlin ku jiyan û mafên me bi biryara yek zilamî ve girêdayî be, em nahêlin hûn mafên me ji destên me hildin û me mehkûmê tundî û kuştinê bikin. Em dev ji peymanê bernadin!"
Rojname Swêd - Jinên ku vê do êvarê li heft cihên cuda yên Stenbolê daketin kolanan diyarkirin , “Hikma gotinên komek mêr û biryara yek zilamî li ba jinan tune! Têkoşîna me dê bidome heya ku Peymana Stenbolê bi rêk û pêk were meşandin û tundiya mêr bi dawî bibe ”
Jin bertek ji ber vekişandina ji Peymana Stenbolê ku ji hêla Serokê Giştî yê AKP û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hat biryarkirin, dan. Li ser vê yekê do êvarê, jinan li heft cihên cuda ên Stenbolê biryara hikûmetê ku da ji bo ji Peymana Stenbolê were vekişandinê protesto kirin.
Biryara yek zilamî
Jinan bi dirûşma "Jin, Jiyan, Axadî" ve daxuyanek çêkirin û bal kişandin ser girîngiya Peyman Stenbolê.
"Di derbarê jiyana xwe de em biryaran didin! Em nahêlin ku jiyan û mafên me bi biryara yek zilamî ve girêdayî be, em nahêlin hûn mafên me ji destên me hildin û me mehkûmê tundî û kuştinê bikin. Em dev ji peymanê bernadin!
Em her tim dibêjin û em ê dîsa bibêjin. Qetilkirina jinan polîtîk e. Betalkirina Peymana Stenbolê tê ser wateya ku li vê walatê jin nayên hesibandin û qetilkirina jinan nayê dîtinê."
Jinan daxuyana xwe bi hevoka "Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin û em ê têkoşîna xwe bidomînin" ve bidawî kirin.