Parîs, Marsîlya û Dragûîgnanê 12 Kurd hatin binçavkirin

Hate ragihandin ku yên hatine binçavkirin siyasetmedarên Kurd û endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd in.

Rojname Swêd - Vê destê li bajarên Parîs, Marsîlya û Dragûîgnanê yên Fransayê polîsan avêtin ser malên Kurdan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, û herî kêm 9 kes binçav kir. Lê di nav rojê de 3 kesên din jî ji hêla polîsên Firansayê hatin binçavkirin û jimara kesên ku hatine binçavkirin bû 12 kes.

Li gorî nûçeya ANFê di serdegirtinê de polîsan avêtin ser herî kêm 6 malan, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK)  û marketek li kêleka NCDKê.

Hate ragihandin ku yên hatine binçavkirin siyasetmedarên Kurd û endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd in. Sedema serdegitinan nehate eşkerekirin. Le hate diyarkirin ku ev serdegirtin piştî hevdîtina Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron pêk hat.

Öne çıkan haberler!