"/>

‘Nobeta Edaletê’ weke sûc hate dîtin û Parlementerê HDPê Gergerlîoglu hate binçav kirin

Gergerlîoglu dema hate binçav kirin wiha dot: “Me van wêneyan di salên 90an de jî dît. Mixabin, ji sala 94an heya vir, li vî welatî ti tiştek neguheriye. Dema ez diçûm serşokê hatim binçav kirin."

Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu yê ku piştî xisitina parlementeriya wî li Parlementoyê "Nobeda Edaletê" digirt vê destê sibê bi zorê hat binçav kirin. Gergerlioğlu dema ku hate biçavkirin wiha got, "me van wêneyan di salên 90î de jî dît,"

Parlementerê Kocaelî yê HDPyê Omer Faruk Gergerlioğlu, ku li Meclîsê "Nobeta Edaletê" berdewam dikir, dema ku ji odeya ku lê razabû diçû serşokê ji hêla polîsên ku hatin Meclisê ve hat binçav kirin. Gergerlioğlu, bi kincên razanê ve ji destşokê hate derxistin.

Polîsan dema ku Gergerlîoglu binçav kirin, ne hîştin Gregerlîoglu nimêj bike, ne jî hîştin kinçên xwe lixwe bike.

Gergerlîoglu: ‘Me di salên 90an de jî dît’

 Polîsan dema ku Gergerlîoglu binçav kirin, ne hîştin Gregerlîoglu nimêj bike, ne jî hîştin kinçên xwe lixwe bike.

Gergerlîoglu dema hate binçav kirin wiha dot: “Me van wêneyan di salên 90an de jî dît. Mixabin, ji sala 94an heya vir, li vî welatî ti tiştek neguheriye. Dema ez diçûm serşokê hatim binçav kirin."

Di Parlementoyê de mayîna Gergerlîoglu bû sûç

Hat diyarkirin ku sedema binçavkirina Gergerlîoglu, di çarçoveya lêpirsînek nû de ye. Lêpirsîn ji hêla Serdozgeriya Enqereyê ya Komarê ve hatiye vekirin.

Sedema lêpirsînê jî diyarbû ku Gergerlioğlu ji 17ê Adarê de, dema ku  parlamenteriya wî ket, li parlamentoyê "Nobeda Edaletê" girtibû ye. Di lêpirsînê de, "Gergerlîoglu ji parlementoyê dernakeve, dîsa jî wekî parlementerek tevdigere, li ser medyaya civakî daxuyaniyên çapemeniyê dide, weşanên zindî dike, li avahiya giştî bêyî mafê xwe radiweste" wekî hêmanên sûc hatin dîtin.