Mamosteyê Kurd Prof. Dr. Kadrî Yildirim jiyana xwe ji dest da
Mamosteyê Kurd Prof. Dr. Kadrî Yildirim çend rojên berê ji ber xwînrijiya ser mêjiyê li Amedê rakiribûn nexweşxaneyê, û di bin çavdêriyê de bû. Lê îro ber bi nîvro rewşa tenduristiya wî xirab bû û piştê çed saetan jiyana xwe ji dest da.
Rojname Swêd - Zimanzan û nivîskarê Kurd Mamoste Prof. Dr. Kadrî Yildirim; ji ber xwînrijiya ser mêjiyê jiyana xwe ji dest da û bû rêwiyê koça dawiyê.
Mamosteyê Kurd Prof. Dr. Kadrî Yildirim çend rojên berê ji ber xwînrijiya ser mêjiyê li Amedê rakiribûn nexweşxaneyê, û di bin çavdêriyê de bû. Lê îro ber bi nîvro rewşa tenduristiya wî xirab bû û piştê çed saetan jiyana xwe ji dest da.
Hate dîyarkirin ku Cîgirê Rektorê Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê û Parlementerê HDP'ê yê berê Prof. Dr. Kadrî Yildirim; 10 sal berê jî xwînrijiya ser mêjiyê derbas kiribû û di Kanûna 2020an de jî bi şewba Covîd19'ê ketibû.
Hat diyarkirin ku dê cenazeyê Mamoste Yildirim li Amedê were definkirin.