Malbata Şenyaşar: 'Ji bo têkoşîna me dengê xwe derxînin'

Dayik Emîne û kurê xwe Ferît şenyaşar ev 23 rojin, mîna her serê sibehê, îro jî di saetên serê sibê de berê xwe dan edliyê û lêgerîna xwe ya edaletê didomînin. 

Rojname Swêd - Dayik Emîne û kurê wê Ferît Şenyaşar ev 32 rojin nobeta xwe ya 'Edaletê' ya li ber Edliya Rihayê berdewam dikin. Şenyaşaran li ser daxwaza “Edaletê” her kesî kirin, û ji her kesî xwestin ku ji bo têkoşîna wan deng derbixînin.

Dayik Emîne û kurê xwe Ferît şenyaşar ev 23 rojin, mîna her serê sibehê, îro jî di saetên serê sibê de berê xwe dan edliyê û lêgerîna xwe ya edaletê didomînin. 
 
Ferît Şenyaşar, îro di nobeta 'Edaletê de ji kameraya Ajansa Mezopotamyayê re wiha axivî: “Em bi biryarin. Em bang li raya giştî dikin ku piştgiriyê bidin têkoşîna me ya edaletê. Em her roj di navbera saetên 08.00 û 17.00’an de li ber Edliyê Rihayê di nobetê de ne. Em li ber avahiya Edliya Rihayê, li benda kemû kesên ku dixwazin serdana piştevaniya me bikine. Em dixwazin hemû kes ji bo têkoşîna me dengê xwe derxînin. Me baweriya xwe ya bi edaletê winda nekiriye. Helbet wê rojekê edalet bê cihanîn.”
 

Öne çıkan haberler!