Malbata Şenyaşar hatin berdan

Sedema binçavkirina malbata Şenyaşar diyarbû ku “Qanûna bi hejmara 2911 ya Meşên Xwepêşandan û Civînan” ne. 

Rojname Swêd - Emine Şenyaşar û kurê wê Ferit Şenyaşar ku li ber Edliyeya Rihayê di nobeta "Edaletê" de bûn, îro ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin, hatin berdan. 

Polîsan pêşiya binçavkirinê dest da ser xalîçeya nimêjê ya Emîne Şenyaşar, wêne û pankartên ku malbatê daxwaziyên xwe ên ji bo ‘Edaletê’ li ser nivîsî bû. 

Sedema binçavkirina malbata Şenyaşar diyarbû ku “Qanûna bi hejmara 2911 ya Meşên Xwepêşandan û Civînan” ne. 

Dema ku polîsan malbata şenyaşar binçav kir Ferit Şenyaşar ve peyamê weşand: 'Diya min pir giriya, lê nesekinî. Wê ji her kesî re qala kuştina kur û mêrê xwe kir. Ew niha binçavkirî ye, lê ew ê berdewam bike û vebêje. Ji ber vê yekê diya min binçavkirî ye. Kujer bi nasnameyên derewîn di nav civakê de ne. Kujer li derve ne, dayika min binçavkirî ye. Heya ku neyên dîtin dê bêdeng nemînin.'