Malbata Şenyaşar: Bi hêviya ku kes mîna me êşek wiha nejî, cejna we bi xêr bê
Malbata Şenyaşar bi boneya Cejna Remezanê, li ser hesabên xwe yên medya civakî ku ji bo edaletê hatiye vekirin, peyamek weşandin.
Rojname Swêd - Malbata Şenyaşar bi boneya Cejna Remezanê, li ser hesabên xwe yên medya civakî ku ji bo edaletê hatiye vekirin, peyamek weşandin.
Malbata Şenyaşar di peyamê de anîn ziman ku ti kes êşek mîna êşa wan nejî û gotin: “Îro em, êşa xwe ya ku pênaseya wê nayêkirin di dilê xwe de vedişêrin. Bi hêviya ku kes mîna me êşek wiha nejî, cejna we bi xêr bê…”
Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya Malbata Şenyaşar a ku bi daxwaza berpirsiyar bên darizandin li pêş Edliyeya Rihayê heya 30’ê Nîsanê berdewam kir, û ji ber qedexeya derketina derve ji 30’ê Nîsanê vir de jî, çalakiya malbatê li mala wan ya li navçeya Pirsûsê berdewam dike. Çalakiya edaletê ya Şenyaşaran di roja 66'emîn de didome.