Li Hindistanê cih tune ku mirî werin şewitandin

Li herêmên ku vîrûsa korona bi lez belav dibe, kapasîteya nexweşxane, morg û krematoriyûmên ku mirî bi awayê kevneşopî têne şewitandin têrê nakin.

Rojname Swêd - Pêla duyemîn a şewba Covid-19ê li Hindistanê bi awayek lez û bez didome, polîsên li paytext Delhi, gotin ku cihên vekirî yên ku mirî lê têne şewitandin têrê nakin, bang li rayedaran kirin ku cihên nû nîşan bikin.

Li herêmên ku vîrûsa korona bi lez belav dibe, kapasîteya nexweşxane, morg û krematoriyûmên ku mirî bi awayê kevneşopî têne şewitandin têrê nakin.

Li gorî daxuyanên fermî yên herî dawî, li vê welatê ku nifûsa wê 1,3 milyar e, ji  roja Pêncşemê vir de hejmara kesên ku bi koronayê dikevin ên rojane gihiştiye 386,452. Ev hejmar rekora zêdebûna rojane ya herî bilind a ku li cîhanê dîtiye şikand, û hejmara mirovên ku ji destpêka şewbê he ya niha jî hate diyarkirin, 18 milyonan heya niha koronayê derbas kiriye.

Ji Pêncşemê vir de, li seranserê welêt di rojekê de hejmara miriyan gihişt 3500î, di heman demê de li paytext Delhi jî hejmara mirinê ya ji ber Covîdê a herî bilind û rojane bi qasî 400î ye.