Ji rêxistinên HDPê: ‘Vê dozê bikin doza parastina demokrasî û civakê’

Di derbarê Doza Kobanê de li gelek bajaran daxuyanî hatin dayin. Di daxuyaniyan de, hat diyarkirin ku ev doz bi derew û îftîrayan hatiye avakirin û dozeke  kumpasê ye.

Rojname Swêd - Di derbarê Doza Kobanê de li gelek bajaran daxuyanî hatin dayin. Di daxuyaniyan de, hat diyarkirin ku ev doz bi derew û îftîrayan hatiye avakirin û dozeke  kumpasê ye.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li gelek bajar  û navçeyan di  derbarê Doza Kobanê ya Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê  Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş jî di nav de 28 jê girtî 108 siyasetmedarên Kurd tê de tên darizandin û îro li 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li salona Kampusa Girtîgeha Sîncanê destpê kirye de, daxuyanî li darxistin.

Li ser van daxuyaneyan banga piştevaniyê hat kirin, û hat gotin ku Doza Kobanê "Doza Kumpasê ye." 

‘Vê dozê bikin doza parastina demokrasî û civakê’

Li Şirnexê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê, ji bo Doza Kobanê li ber avahiya xwe daxuyanî da. Rêxistinên HDP'ê yên navçe, Dayîkên Aştiyê, aktivîstên TJA û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. 

Daxuyanî ji hêla Hevseroka rêxistina HDP'ê ya Şirnexê Sabuha Akdag ve hat xwendin. Akdag, bal kişand li ser Doza Kobanê û wiha axivî: "Ev doz dozeke siyasiye. Hikûmeta AKP û MHP’ê hewl dide ku bi rêya Doza Kobaniyê siyaseta demokratîk bixetimîne. Li aliyê din jî hewl dide ku bi operasyonên derveyî sînor siyaseta xwe ya dagirkirinê berfireh bike. Em hemû êrişên li dijî destkeftiyên gelê Kurd şermezar dikin. Polîtîkayên xwe yên dagirkirin û berfirehkirinê yên ku bi berxwedana Kurdan û dostên wan li Kobaniyê têkçûyî îro dixwazin li xaka Hikûmeta Herêma Kurdistanê biqedînin. Ev zihniyeta ku dixwaze vîna gelê Kurd teslîm bigire û ji holê rake, li her qadan êrişên xwe zêde dike û hewl dide têkoşîna azadî û wekheviyê bifetisîne."

Akdag, bang li raya giştî kir û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em piştgirî û piştevaniya xwe xurt bikin, dek û dolabên Doza Kobanê bi hevdu re pûç bikin. Werin em vê dozê bikin doza parastina demokrasî û civakê. Em li dijî polîtîkayên şer û pevçûnê dengê xwe bilind bikin. Di vê doza dîrokî de, em bangî raya giştî ya demokratîk, sazî û dezgehên civaka sivîl dikin ku werin em bi hev re li dijî vê pergala vir û derew têkoşîna xwe bilind bikin."

Piştî axaftinê daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya " HDP gel e, gel li vire" bi dawî bû. 

‘Dozê veguherînin doza parastina demokrasî û civakê’

Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê jî di derbarê Doza Kobanê de li ber Navenda Çand a Turkan Saylan a li Alsancakê daxuyanî da. 

Gelek rêxistin û partiyên çepgir û demokrat piştgirî dan daxuyana HDPê. Hevserokê HDP’ê y ê Îzmîrê Kadir Baydûr  wiha got: “Ev doz dozeke bi kûmpasan hatiye vekirin. Ev doza kûmpasê, li dijî têkoşîna civak û demokrasiyê hatiye vekirin. Em ê li dijî vê dozê piştevaniyê mezin bikin. Werin em bi hev re vê dozê veguherînin doza parastina demokrasî û civakê.”

'Em ê li hemberî polîtîkayên şer dengê xwe bilind bikin'

‘Dozeke siyasî ye ku li odeyên tarî ji aliyê AKP-MHPê ve hatiye amadekirin’

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê, li ber deriyê avahiya xwe ya bajêr ji bo Doza Kobanê daxuyanî da. Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aşitiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Salîh Kuday daxuyanê xwend û wiha anî ziman:  "Doza Kobanê ya ku îro li Enqereyê dest pê kir, dozeke siyasî ye ku li odeyên tarî ji aliyê AKP-MHPê ve hatiye amadekirin û li ser civakê tê ferzkirin.

Doza Kobanê ku ji serî heta dawiyê bi derew û buxtanan tijî ye, dozeke dek û dolaban e ku bi talîmatên siyasî hatiye amadekirin. Ev doza ku dixwaze civakê dîl bigire û demokrasiyê bifetisîne, nîşan dide ku zihniyeta DAIŞ'ê dewam dike. Wê rojê hemû gelên cîhanê û Tirkiyeyê ji bo Kobaniyê çawa li dijî zihniyeta DAIŞ’ê bûbin yek, dengê xwe bilind kiribin û piştevaniya hev kiribin, îro jî heman piştevaniyê dê nîşan bidin û ew ê vê dozê xera bikin. Divê baş bê zanîn ku tu kes nikare heqîqetê bifetisîne. Piştgirî û piştevaniya hêzên demokrasiyê dê van hesaban xera bike. Em, piştgirî û piştevaniya xwe xurt bikin û dek û dolabên doza Kobanê bi hevdu re pûç bikin û vê dozê bikin doza parastina demokrasî û civakê. Em li hemberî polîtîkayên şer û pevçûnê dengê xwe bilind bikin. Di vê doza dîrokî de, em bang raya giştî ya demokratîk, sazî û dezgehên civaka sivîl dikin ku werin em bi hev re li dijî vê pergala vir û derew û kûmpasê, têkoşîna xwe mezin bikin."

‘Wê desthilatdariya AKP'ê û MHP'ê bê darizandin’

 Rêxistina HDP'ê ya Amedê jî, derbarê dozê de li avahiya Rêxistina Yenîşehîrê civîna çapemeniyê  li dar xist. Rêveberên HDP'ê yên bajêr û navçeyan beşdarî civînê bû. Gelek nûnerên saziyên civaka sivîl piştgirî dan. Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Zeyyat Ceylan, di civînê de axivî û wiha got: "Ligel hemû tiştî jî di dawiya vê dozê de wê desthilatdariya AKP'ê û MHP'ê bê darizandin. 

‘Li pêşberî Pirsûsê dîrokek hat nivîsandin’

Rêxistina HDPê ya Rihayê jî, li avahiya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, nûnerên sazî û dezgehên rêxistinên civaka sivîl, rêvber û endamên partiyê beşdarî civînê bûn. Ocalan di civînê de axivî û diyar kir ku ew di rojên dîrokî re derbas dibin. Ocalan bal kişand ser Doza Kobanê û wiha got: "Di sala 2014'an de li Kobanê zilmek mezin hebû. Li pêşberî Pirsûsê dîrokek hat nivîsandin. Partiya me ji bo vê banga demokrasiyê kir." 

Piştî axaftinê, Hevserokê HDP'ê yê Rihayê Ziya Çalişkan metna daxuyaniyê xwend. 

‘Li dijî Doza Kobanê piştevaniyê mezin bikin’

Rêxistina HDPê ya Wanê jî, bi heman armancê daxuyanî da. Rêveberê HDPê yê Bajêr Sedat Alkan, daxuyanî da û wiha got: "Werin em li dijî Doza Kobanê piştevaniyê mezin bikin, em vê kumpasê veguherînin doza parastina demokrasî û civakê."

‘Doza Kobanê bi zextên siyasî hatiye vekirin’

Di daxuyaniya ji aliyê rêxistina HDPê ya Mûşê hat lidarxistin de jî, Hevserok Sîbel Geneç, wiha axivî: "Doza Kobanê bi zextên siyasî hatiye vekirin. Emê li dijî van bêmafiyan têkoşîna xwe dewam bikin. Em bang li hemû rêxsitinên girseyî yên demokratîk dikin ku xwedî li HDPê derkevin. 

‘Vê dozê bikin doza parastina civakê’

Rêxistina HDPê li Colemêrgê jî, daxuyanî da. Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Humeyra Armût, wiha axivî: "Em li dijî Doza Kobanê piştevaniyê mezin bikin û vê dozê bikin doza parastina civakê."

Piştî axaftinê, daxuyanî bi lêxistina çepekan bi dawî bû.

Di heman demê de li bajarên weke Dersim, Sêrt û Dîlokê jî, bi heman armancê daxuyanî hatin dayîn û bangên piştgirî û piştevaniyê hatin kirin. 

(MA)

Öne çıkan haberler!