Ji bo perwerdeya pêşdibistanê pirtûkek li ser sê zimana alfabeya Kurdî

Ji taybetmendiyên vê pirtûka ku bi zimanê Kurdî, Tirkî û Îngilîzî bi awayek pedagojîk hatiyî amadekirin, yek jî ew e ku zarokên Kurd bi hêsanî fêrî alfabeya Kurdî bibin.

Rojname Swêd - Ji Weşanxaneya Sîtavê pirtûka ku bi sê zimanan (Kurdî,Tirkî, Îngîlîzî) ji aliyê mamoste Alekan Nyland ve hatiye amadekirin, derket.

Li ser Rûdawê danasîna vê pirtûkê hate weşandin û diyar kir ku ev pirtûk bi awayek pedagojîk ji bo zarokan hatî amadekirin.

Li gorê vê pirtûkê alfabeya Kurdî ji bo perwerdeya pêşdibistanê hatiye amadekirin, û  alfabe, navê roj, hefte û mehan, hejmar, demsal û gelek tiştên din bi awayek hêsan li zarokan dide fêmkirin.

Ji taybetmendiyên vê pirtûka ku bi zimanê Kurdî, Tirkî û Îngilîzî bi awayek pedagojîk hatiyî amadekirin, yek jî ew e ku zarokên Kurd bi hêsanî fêrî alfabeya Kurdî bibin.

Mamoste Alekan Nyland

Mamoste Alekan Nyland li bajarê Stavanger ê Norwêcê dijî û li zanîngeha heman bajarî li ser pêşxistina zarokan û pedagojiyê xwendina xwe dike, û ev pirtûk amade kiriye.