Hevseroka Giştî ya OHD'ê Îlknur Alcan: Li gorî Destûra Bingehîn azadiya ramanê tê binpêkirin.

Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD), ji bo giştinameya Midûriyeta Giştî ya Polîsan (EGM) a ku qeydên dengê polîsan qedexe dike, betal bibe, dê serî li Şûreya Dewletê bidin.
 
Rojname Swêd - Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD), ji bo giştinameya Midûriyeta Giştî ya Polîsan (EGM) a ku qeydên dengê polîsan qedexe dike, betal bibe, dê serî li Şûreya Dewletê bidin.

Li ser vê yekê Hevseroka Giştî ya OHD'ê Îlknur Alcan, anî ziman ku giştîname li dijî Destûra Bingehîn e, û ji bo betalkirina giştînameyê dê serî li Şûreya Dewletê bidin.

Îlknur Alcan, diyar kir ku li gorî Destûra Bingehîn azadiya ramanê tê binpêkirin. Li ser vê yekê Alcan axaftina xwe wiha domand: 'Ji ber li dijî Destûra Bingehîn e em ê bixwazin ku ev giştîname bê betalkirin. Di giştînameyê de binpêkirina "Veşartina jiyana taybet" nîşan didin. Lê polîsên li qadê li ser navê cemaweriyê li qadan in. Erka cemaweriyê dikin. Ji ber vê yekê tu aliyê wan ê taybet û şexsî tune ye. Polîs erkdarê cemaweriyê ne. Ji ber vê yekê divê li gorî zagonên cemaweriyê tev bigerin. Eger li dijî zagonan gavan bavêjin her kes dikare vê tevger û axaftinên wan têxin bin qeydan. Eger kes bi mudaxaleya xerab û îşkenceyê re rû bi rû bimîne dikare vê yekê qeyd bike. Dikare serî li saziyên eleqeder bide.'

Alcan, herî dawî anî ziman ku ji ber ev giştiname li dijî Destûra Bingehîn e dê serî li Şûreya  Dewletê bidin. 

(MA)

Öne çıkan haberler!