HDP: 'Gergerlîoglu îradeya gelê me temsîl dike'

Parlementerê HDPê Omer Faruk Gergerlîoglu ku parlementeriya wî hatibû xistin vê êvarê ji mala xwe bi awayek zordarî hat binçav kirin.

Rojname Swêd - Parlementerê HDPê Omer Faruk Gergerlîoglu ku parlementeriya wî hatibû xistin vê êvarê ji mala xwe bi awayek zordarî hat binçav kirin.

Dem ku Omer Faruk Gergerlîoglu hate binçavkirin, û lawê wî Salîh Gergerlîoglu li ser medyaya civakî wênya sola bavê xwe weşand û wiha got: ‘Hatin ku bavê min bigrin.’

‘Heman rezalet cardin dubare bû. Bi lez û bez wî birin û nehiştin ku sola xwe jî têxe lingê xwe.’

 ‘Wêneya zordariyê.’

Gergerlîoglu îradeya gelê me temsîl dike

HDP li ser binçavkirina Gergerlîoglu daxuyanek weşand û binçavkirina wî şermezar kir.

HDPê li ser hesabê xwe yê twîttirê yê medyaya civakî wiha got: ‘Omer Faruk Gergerlioglu wekilê me ye û îradeya gelê me temsîl dike. Zext û zora we, girtin û zindanên we nikarin vê rastiyê berovajî bikin. Zû an dereng têkoşîna ji bo edaletê wê bigihîje qonaxa serfiraziyê û ev tenî wê li ser eniya we bimîne.’

 

 

Öne çıkan haberler!