"/>

Dr. Naîf Bezwan: DAIŞ 'qutbûna şaristaniyê’ (rupture in civilisation) ye

"Heke şert û merc çêbin, bi taybetî dema ku ji aliyê hêz an jî dewletên peywendîdar ve piştgiriya pêwîst bibînin, îhtîmaleke mezin heye ku DAIŞ wek xetereyeke mezin dîsa derkeve holê."

Rojname Swêd - Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku di 28’ê Adarê de ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bi piştgiriya hêzên QSD, YPG û YPJê dest pê kiribû û 5 rojan dewam kirbû de, tê de gelek endamên DAIŞê hatin girtin. Piştî îtirafên endamên DAIŞê, avaniya rêxistinê ya li kampê bi operasyonên li nava kampê hate hilweşandin.

Zanyarê siyasetê Dr. Naîf Bezwan têkildarî pirsgirêka endamên DAIŞê ya li kampa Holê ji ANHA’yê re axivî.

Dr. Naîf Bezwan îşaret bi hewldanên ji nû ve birêxistinbûna endamên DAIŞê ên li Rojhilata Navîn û nemaze li kampa Holê kir û got: "Heke şert û merc çêbin, bi taybetî dema ku ji aliyê hêz an jî dewletên peywendîdar ve piştgiriya pêwîst bibînin, îhtîmaleke mezin heye ku DAIŞ wek xetereyeke mezin dîsa derkeve holê."

'Kampa Holê ji aliyê DAIŞê ve wek baregeheke sereke hatiye hilbijartin'

Bezwan destnîşan kir ku erka sereke ya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ye ku endamên DAIŞê darizîne û got: “Ti vebijêrkeke din a maqûl nîn e.”

Naîf Bezwan têkildarî Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Holê jî wiha axivî:  “DAIŞ wek rêxistineke terorîst serweriya xwe û hêza xwe gelekî winda kiriye, lê hebûna xwe ya rêxistinî û têkiliyên xwe didomîne. Tê dîtin ku kampa Holê ji aliyê DAIŞê ve wek baregeheke sereke hatiye hilbijartin. Pêşîgirtina li kontrolkirina şêniyên kampê, bi taybetî zarok û jinên ku jiyana wan bi travmayê xera bûye, ji ber tirs û zordariya ji aliyê DAIŞê ve, wezîfeyeke mirovî û hiqûqî ye û her wiha ji bo rêveberiya Rojava mecbûriyeteke siyasî ye.”

Naîf Bezwan têkildarî bêdengiya navnetweyî ya li hemberî pirsgirêka çeteyên DAIŞê ya li kampa Holê destnîşan kir ku du sedemên sereke yên vê yekê hene û wiha diyar kir: “Ya yekemîn; hesabên berjewendiyên teng û helwestên nerast ên dewletên peywendîdar e. Ya duyemîn jî ew e ku rêveberiya Rojava di têkiliyên navneteweyî de wek alîyekî wekhev nayê naskirin. Ji ber vê yekê wêneyekî siyasî ku li şûna çareseriyan hincetan derdixe pêş, tê avakirin. Tê zanîn ku rêveberiya Rojava ji çareseriyên mayînde û adil re vekirî ye û di vî warî de jî xwedî însiyatîfên bi bandor e.”

'DAIŞ wek xirabiyeke radîkal û şaristanî hewl dide...'

Dr. Naîf Bezwan got ji bo ku were zanîn ka ji nû ve birêxsitinbûna DAIŞê dê bibe sedema pirsgirêkên çawa, divê li pratîk û polîtakayê bê mêzekirin û di vî warî de girîng e ku belge û agahiyên Kurdan di vî warî de bi dest xistine, ji raya giştî û akademiyê re parve bike û wiha dewam kir: “Li gorî min DAIŞ 'qutbûna şaristaniyê’ (rupture in civilisation) ye ku taybetmendiyên milîtarîst, totalîter û faşîst di nava xwe de dihewîne. Ev têgih di çarçoveya komkujiya li dijî cihûyan de ji aliyê dîroknas Dan Diner ve hatiye danîn û piştre ji aliyê zanyarên din ve hatiye bikaranîn. DAIŞ wek xirabiyeke radîkal û şaristanî hewl dide civakên nemisilman bi zorê bixe nava barbariyê anku qirkirina çandî yan jî fîzîkî. Di heman demê de armanc dike ku hemû têkoşîn û destkeftiyên ku civakên îslamî di qadên azadî, edalet û wekheviyê de bi dest xistine, tune bike.”

Dr. Naîf Bezwan axaftina xwe wiha domand: “Ji aliyê Kurdan ve jî divê were zanîn ku ne tenê DAIŞ, rêxistinên cîhadî yên sûnnî û her wiha rêxistinên paramîlîter ên mîna Heşdî Şabî jî gefeke mezin in. Beriya her tiştî divê em bibînin ku ev rêxistin wek navgîneke kêrhatî ya ji bo ji nû ve dagirkirina Başûrê Kurdistanê û Rojava dixebitin.”

'Kamp wek erdnîgariyeke biçûk a birêxistinbûn û serweriyê ye'

Têkildarî vê yekê Dr. Naîf Bezwan diyar kir ku kampa Holê ji bo çeteyên DAIŞ’ê girîng e û wiha got: “Kamp wek erdnîgariyeke biçûk a birêxistinbûn û serweriyê ye ku dikare ji bo DAIŞê ku serdestiya xwe ya li ser axê winda kiriye, serdestiyeke herêmî ava bike û bihêle hêz û çeteyan kom bike. Her wiha tê armanckirin ku wê zindî bihêle û wek pirsgirêkeke domdar li dijî rêveberiya Rojava bi kar bîne.”