Di roja ‘Nobeta Edaletê’ ya 16emîn de ji malbata Îzol ziyareta piştgiriyê ‘Ev pergal wisa naçe’

Rojname Swêd - Dîlan Îzol a ku kurê wekilê AKPê yê berê Zulfukar Îzol û birayê wî êrîşî malbata wê kirin û di êrîşê de dayik, bav, pismam û amojna wê hat kuştin, çû Rihayê û malbata Şenyaşar ziyaret kir. 

Dayik Emîne Şenyaşar û kurê xwe Fadil Şenyaşar li pêş Edliyeya  Rihayê 16 rojin "Nobeta Edaletê" digirin. Dayik Emîne Şenyaşar, tevî kurê xwe Fatil Şenyaşar bi dowîzên “Em Edaletê dixwazin", “Ji bo zarokên min Edalet" û “Ez ji bo hevjînê xwe yê li Nexweşxaneya Dewletê hat kuştin û zarokên xwe Edaletê dixwazim" vekirine û çalakiya xwe berdewam dikin. Ziyaretên ji bo piştgiriya malbatê didome. 

Malbata Îzol a ku AKPîyan ji wan 4 kes kuştibûn, piştgirî dan malbata Şenyaşar 

Xizmên wekilê AKP'ê yê berê Zulfîkar Îzol di 15ê Pûşber ya sala 2019an de li Gundê Çeltîkê yê Sîweregê êrîşî malbata  Îzol kiribûn. Di êrîşê de dayik, bav, birazê û jinbira kuştibûn. Dîlan Îzol a ku AKPîyan bav, dayik, pismam û amojna wê kuştibûn çû Rihayê û malbata Şenyaşar ziyaret kir. 

Dayik Emine Şenyaşar, di ziyaretê de dîsa lorîk lorandin. Dîlan jî di ziyaretê de got “Ev pergal wisa naçe. Dûr nêzîk teqez ev edalet wê pêk bê." 

(AM)