Di goristanên bêkasan de tûpên xwînê yên veşartî derketin holê

Li gorî nûçeya Jinnewsê welatiyên bi boneya Cejna Remezanê goristanan ziyaret kirin, tûpên xwînê ku di bin axê de hatibûn veşartin, dîtin.

Rojname Swêd - Di beşa goristana bêkesan ya li Goristina Yenîkoyê ya girêdayî navçeya Rezan a Amedê, tûpên xwînê yên ku di bin axê de hatibûn veşartin, derketin holê.
 
Li gorî nûçeya Jinnewsê welatiyên bi boneya Cejna Remezanê goristanan ziyaret kirin, tûpên xwînê ku di bin axê de hatibûn veşartin, dîtin. Hat diyarkirin ku li ser tûpekê xwînê ya hatiye dîtin navê Alî Demîr hatiye nivîsandin.
 
Malbatan, diyar kirin ku dibe ev tûpên xwînê, aydê malbatên xizmên wan li goristana bêkesan hatine definkirin ên ji bo testa DNA’yê ku xwîn dane, bin.