Dadgehê di derheqê doza malbata Şenyaşar de biryar da

Hate ragihandin ku Dadgeha Cezayê Giran ya 3yemîn ya Meletiyê di derheqê doza malbata Şenyaşar de biryar da.

Rojname Swêd - Hate ragihandin ku Dadgeha Cezayê Giran ya 3yemîn ya Meletiyê di derheqê doza malbata Şenyaşar de biryar da.

Dadgehê li Fadil Şenyaşar 37 sal û 9 meh ceza birî, û li Enver Yildiz jî 18 sal ceza birî.

Dema ku dadgehê biryara dozê eşkere kir; Emîne Şenyaşar di nobeta ‘Edaletê’ da bû.

Di 14'ê Hezîrana 2018'an de parêzvan û xizmên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîş birîbûn ser malbata Şenyaşar. Di êrîşê de 3 ferdên malbata Şenyaşarê jiyana xwe ji dest dabûn, û kesek jî ji malbata Yildiz miribû.

Malbata Şenyaşar li ser daxwaza ‘Edalatê’ ev 25 roj in li ber Edlîyeya Rihayê nobetê digirên. Îro jî Emîne Şenyaşar nibeta 'Edaletê berdewam kir. Dadgeha Cezayê Giran ya 3yemîn ya Meletiyê biryara xwe a derbarê dozê de aşkere kir. Dema ku ev ceza hate eşkere kirin, Emîne Şenyaşar nobeta ‘Edaletê’ digirt.

Öne çıkan haberler!