Birayê parlementerê AKPê giliyê Ferît Şenyaşar kir, Sûç çi ye?

Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya malbata Şenyaşar di roja 21emîn de didome. Û îro hate ragihandin ku  birayê parlamenterê AKP’ê giliyê Ferît Şenyaşar kiriye. Li ser vê yekê emniyetê bang li Ferît Şenayşar kir ku biçe îfade bide. 

Rojname Swêd - Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya malbata Şenyaşar di roja 21emîn de didome. Û îro hate ragihandin ku  birayê parlamenterê AKP’ê giliyê Ferît Şenyaşar kiriye. Li ser vê yekê emniyetê bang li Ferît Şenayşar kir ku biçe îfade bide. 

Hat diyarkirin ku birayê parlementerê AKPê Îbrahîm Halîl Yildiz, Sulyeman Yildiz giliyê Ferît Şenyaşar kiriye. Li ser vê yekê polîsên emniyeta Pirsûsê li Ferît Şenyaşar geriyane û xwestine ku Ferît biçe îfade bide wan. Ferît Şenyaşar serê sibê çû miduriyeta polîsan îfade da, lê nehat eşkerekirin ku ji ber çi sûçê qazî Ferît Şenyaşar kirine. Li ser îfadeyê jî nehat diyarkirin ku Şenyaşar bi çi tê sûcdarkirin. 

Nobet li emniyetê hate domandin

Li ser malpêra medya civakî yê malbatê wiha hat gotin: “Dengê girî û zêmarên dayika dilbişewat, wê her tim bi ser dengê zailmên ku dikenin û derewan dikin bikeve. Hûn dikarin bi wêneyên montajkirî serokkomar bixapînin lê belê hûn qet nikarin gelê Tirkiyê bixapînin. Têkoşîna me ya nobeta edaletê di roja 21emîn de li emniyetê berdewam dike.” 

(AM)